Zarokekî 8 salî ji qata çaran a nexweşxaneyê ket û mir

Zarokekî 8 salî ji qata çaran a nexweşxaneyê ket û mir

Li bajarê Duhokê zarokeke keç a 8 salî ji qata çarem a nexweşxaneyekê kete xwarê û canê xwe ji dest da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bûyer êvara duh Sêşemî li Nexweşxaneya Vejîn a li navenda bajarê Duhokê çê bûye û zaroka 8 salî ji pencereya jûreke qata çaran a nexweşxaneyê berbûye û canê xwe ji dest daye.

Rêveberê Nexweşxaneya Vejîn, Remezan Nesredîn ragihand, “navê wê zarokê Sîdra Cebar e û ji bo ku neştergerîya ziravan jê re bihê kirin, ew anîbûn nexweşxaneyê.”

Remezan Nesredîn derbarê çawanîya rûdana bûyerê de jî da xuyakirin: “Piştî ku wê zarokê ji bo neştergerîyê dibin jûra çaverêbûnê ya neştergerîyê, keçik diçe ser qenefeya li ber pencereyê û paşê dikeve xwarê.”

Bi gotina Rêveberê Nexweşxaneya Vejîn, “ew zarok piştî ketina ji avahîyê bi giranî birîndar dibe û bo Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Duhokê tê veguhastin, lê belê ji ber giranîya birînên xwe, piştîb nîv demjimêrî canê xwe ji dest dide.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin