YNK rijde li ser piştivanîkirina kurdên Rojava

YNK rijde li ser piştivanîkirina kurdên Rojava

.

A+A-

Bafil Celal Talebanî, îro (02-12-2021), li Hewlêrê, pêşwazî li nûnerê taybet yê Serokê Rûsya yê karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqayê û cîgirê wezîrê karên derve Mîxaîl Bogdanov kir. 


Di hevdîtinê de ku Balyozê Rûsya yê li İraqê û Serkonsolê Rûsya yê li Herêma Kurdistanê jî amade bûn; rewşa giştî hat nirxandin û gotûbêji li ser pêşkevtinên siyasî û aborî hat kirin.  Tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş hat kirin di çarçoveya berjewendiyên bilind de. Rola Serok Mam Celal giranbuha hat zanîn di avakirina peywendiya dostane û xurt  de di nêvbera Herêma Kurdistan û Rûsya û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de. 


Bafil Celal Talebanî ligel hebûna ew pêywendiya dîrokî, têkezî li ser hewceyiya berfirehkirina arîkarî û hemahengiya nêvbera herdu aliyan kir, bi taybetî di cengê dijî terorê, danûstanên bazirganî û piştivanîkirina mafên Gelê Kurd de. 
Bafil Cela Talebanî, got: “YNK xema avakirina peywendiyekî hevseng dixwe ku xizmeta Herêma Kurdistanê bike. Destek bi sermayedaran bê dayîn û bi bandor beşdariyê di vejandina kerta aborî û berhemanînê ya Herêma Kurdistanê de bikin”.


Di hevdîtinê de Bafil Celal Talebanî derbarê İraqê de da zanîn ku YNK dixwaze Kurd bi yek deng û yek biryar li Bexdadê be û xwedî gotarekî hevbeş be, da ku berevaniyê li mafên xwe yên destûrî bike û ligel dostên kurdan li Bexdadê kar ji bo pêk anîna hikûmetekî xizmetguzar, bandor û çalak bike. 


Bafil Celal Telabanî, diyar kir ku eger rêkevtin neyê kirin û berjewendiyên giştî neyên zalkirin, vêca rewşa ewlehiyê ya welêt dê ber bi nê îstîkrariyek zêdetir ve bibe. Lihevkirin û lihevtêgîhîştina niştimanî di nêvbera hemû aliyan de take rêya rizgarîkirina İraqê ye ji şertûmercên jê derbaz dibe. 


Bafl Celal Talebanî derbarê rewşa Sûriye û pêşkevtinên siyasî de ragihand ku ew dixwazin pirsa Kurd bi diyalog û rêya aştiyane bê çareserkirin û rijdiya YNKê anî zimên ji bo piştivanîkirina kurdên li Rojavayê Kurdistanê û fermandar Mazlûm Kobanî ji bo bidestxistina mafên Kurd û zalbûn bi ser krîzan de. 
 

Puknow


Metîn Mihemed

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin