Yilmaz Guney… 35 Sal Derbas Bûn

Yilmaz Guney… 35 Sal Derbas Bûn

09.09.2019, 35emîn salvegera sînemakar, hunermend û şoreşgerê kurd Yilmaz Guney e.

A+A-

09.09.2019, 35emîn salvegera sînemakar, hunermend û şoreşgerê kurd Yilmaz Guney e.

Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Yenîceyê ya bajarê Edenêyê ji dayik bûye. Ew yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Kurd e.

Bi navê xwe yê rast Yılmaz Putun e lê ew wekî Yılmaz Güney tê naskirin. Yilmaz dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê xwend. Ew hêj di 9 saliya xwe de dibe karker û dest bi karê komkirina pembo dike. Lê dest ji xwendinê jî bernade. Li Enqerê zanîngeha hiqûqê dixwîne û li Stenbolê jî beşa aborî.

Di salên xwendinê de çîrokan û senaryoyan dinivîse. Ew li ser trajedî û drama gelê xwe radiweste. Di dema xwendina xwe de senarîstê Tirk Atif Yilmaz nas dike.

Di sala 1957ê de dadgehê ji ber karên siyasî derbarê wî de 7 sal û nîv cezayî zîndanê û 2 sal û nîv jî cezayê mişextê birî. Dadgeha temyîzê biryarê hildiweşîne dike sal û nîvek zîndan û 6 meh jî cezaya mişextê.

Yilmaz Guney ji ber vê sedemê dibistanê naqedîne.  Guney dibêje “Dibistana min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, qanûnên jiyanê yên tund in, zextên civakî ne, xayîntî ye û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e."

Wî di navbera salên 1957 û 82ê bi dehan fîlm amadekirin û di dehan fîlman de jî beşdarî kir.  

Ew, di sala 1972an de careke din bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

Yilmaz Guney ji ber sivikatî li hemberî wî kiriye, dozgerê Yumurtalikê kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate darizandin. Di sala 1981ê de ji girtîgeha Ispartayê reviya û derkete Ewropayê.

Yilmaz Guney, di 9 îlona 1984an de, hêj 47 salî, li Fransayê koça dawî kir.

Derhêner û sînemakarê Kurd di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran buha li dû xwe hişt. Wî di fîlmên xwe de, balkêşa ser tengezariyên jiyana gelê Kurd.

Yilmaz Guney, berî mirina xwe di axaftineke xwe de li ser rewşa Kurdan û Kurdistanê wiha gotibû: “Em vê qederê red dikin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî bindest ê ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin; em dixwazin bibin zarokên welatekî azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evînê û azadîyê bibêjin. Û em dixwazin li warê xwe, li bin alaya xwe, azad û serbixwe bijîn.”

Fîlma Yilmaz Guney a bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê Yûnanî Costa Gavras re, xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin