Yezdanpena: Em amade ne hêzên xwe bişînin Efrînê

Yezdanpena: Em amade ne hêzên xwe bişînin Efrînê

Serokê Giştî yê Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Îranê Husên Yezdanpena got partiya wan amade ye hêza pêşmergeyên xwe ji bo piştevaniya hêzên YPGê bişîne kantona Efrînê.

A+A-

Husên Yezdanpena Serokê Giştî yê Partiya Azadî ya Kurdistanê ya Îranê ji bo Sputnîk Kurdistanê got, "Êrîşên dewleta tirk ji bo ser kantona Efrînê pîlangeriyeke li dijî gelê kurd û bêwefaya civaka navdewletî nîşa dide ku beramberî rola kurdan di şerê li dijî DAIŞê de çi li Başûr be û çi li Rojava û Bakûr be ev êrîşên tirkiyeyê wê aloziya li herêmê zêdetir bike û tenê şer, kuştin û wêrankariyê bi xwe re tîne. Em daxwaz ji herdû welatên Rûsya û Amerîkayê dikin ku rê li ber wan dest dirêjiyên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê bigirin û di heman demê de niha em ligel serkirdayetiya YPGê gotubêjan deyne, ji bo rêkeftineke li ser şandina hêza pêşmergeyên Rojhilatê Kurdstanê, daku alîkarî li Efrînê piştevaniya gelê kurd bike."

 

Husên Yezdanpena herwisa daxuyand ku wan bi awayekî fermî jib o şandina hêza pêşmerge amadehiya xwe ya derbiriye û îro nûnerên me û aliyên Rojava berdewamiyê didin gotubêjên xwe yên ji bo rêya çûna hêza pêşmerge ji bo Rojava û Efrîn.

 

'DIJMINÊN KURDAN WÊ BACA QURBANIYAN BIDIN'

Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê got, "Em wisa bawer dikin ku navenda plangeriyê li Tehranê ye û destpêka wê di meha cotmehê ya borî de bû. Dema êrîşên li ser Kerkûkê, Iraq, Îran û Tirkiyeyê û hejmareke ji welatên hevpeymana navdewletî jî hemû bi hevre beşdarî vê pîlangeriya li dijî gelê kurd in û ev plangerî jî tenê ne ji bo beşeke Kurdistanê ye, ji bo hemû beşên Kurdistanê ye. Dixwazin mafên kurdan bin pê bikin û hewlên Tirkiyeyê li Efrînê tenê wê xwînrijandin û kavilkariyê li pey xwe bihêle lê di pêşerojê de divê dijminên kurdan baca qurbaniya vê yekê bidin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin