PAK, li Basel û Zurîhê konferans li dar xistin

PAK, li Basel û Zurîhê konferans li dar xistin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Basel û Zurîh ên bajarên Swîsreyê bi axaftvaniya Cîgirê Serokê PAKê Mehmet Gül û rêvebirê PAKê Nimet Mümtaz Aydinî, konferansên bi navê 'Rojeva Kurdistanê û Perspektîfa PAK'ê' li dar xistin.

A+A-

Modoratoriya herdu konferansên bi navê 'Rojeva Kurdistanê û Perspektîfa PAKê' ku 20ê Çileyê li Baselê û 21 Çileyê jî li Zurîhê hatin lidarxistin ji TDK-Tevgerê Rifat Sefalı kir. Konferansên ku ji aliyê nûnerên PSK, HAKPAR, PDK-BAKUR û KKP ve jî hatin şopandin ji aliyê Cîgirê Serokê PAKê Mehmet Gül û Rêvebirê PAKê Nimet Mümtaz Aydın ve hatin dayîn.

pak-2.jpg

 

Cîgirê Serokê PAKê Mehmet Gül, di axaftina xwe ya ku bi şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji hêla Tirkiyeyê ve da destpêkirin de rewşa rojane ya Rojavayê Kurdistanê û helwestên DYA û Rûsyayê nirxandin. Gül, her wiha li ser pêvajoya referandûmê ya li Başûrê Kurdistanê, geşedanên beriyadagirkirina Kerkûkê û piştî wê û her wiha rûdanên pêkan digel sedem û encamên wan sekinî.

pak-3.jpg

Gul, bale kişand ser xetereyên li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybet yên li ser Başûrê Kurdistanê û got ji bo rizgarbûna ji van xetereyan divê kurd, di her astê de bi hev re tê bikoşe. Gul di dawiya axaftina xwe de bi berfirehî qala polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Bakurê Kurdistanê kir û di derbarê hilbijartinên herêmî, giştî û ya Serokomariyê de jî, 'Bloka Hilbijartinê ya Kurdî' ya ku Serokê PAKê Mustafa Özçelik xistibû rojevê û di rojeva Kurdistanê de bi berfirehî tê nîqaşkirin, rave kir.

pak-4.jpg

Nimet Mumtaz Aydın jî axaftina xwe ya di herdu konferansan de di derbarê program û perspektîfa PAKê de agahî dan.

pak-5.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin