Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê kongreya xwe a 25an li dar xist

Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê kongreya xwe a 25an li dar xist

.

A+A-

Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê kongreya xwe a 25an li dar xist

Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê “Komeleya Nivîskarên Kurd li Swedê” bû ”Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê” 

16ê cotmehê sala 2021ê li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê YNKS kongreya xwe a 25an li dar xist. Li jêr em protokola kongreyê raberî we dikin: 

Protokola Kongreya Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swedê ya 25an

Rojev

Vekirina kongreyê

Hilbijartina dîwanê

Xwendina raporan

Rapora xebatê

Rapora aborî

Minaqeşeyên li ser raporan

Azadkirina KK ya ji berpirsîyarîyê

Hilbijartina endamên KK

Hilbijartina nûnerên Federasyonê

Biryar û pêşnîyaz

Dawî

&1- Ji alîyê Ali Kut serokê KNKSyê ve hat tesbîtkirin ku piranîya endamên komeleyê amade bûn. Ali Kut li ser vî bingehî da zanîn ku li gor destûra YNKSyê, kongre dikare bihê vekirin û ji bo biryarwergirtinê desthilatdar e.

Beşdarên kongreyê ji bo du endamên xwe û pakrewanên kurd û Kurdistanê deqîqeyekê li ser pêyan rawestîyan.

Ji bo pêkînana dîwana kongreyê pêşnîyaz hatin kirin.

&2- Mistefa Aydogan, Paşa Birodirêj û Mehdî Adar ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

&3- Pêşnîyaza KKyê ya di warê rojevê de li gel minaqeşeya endametîyê bi yekdengî hat qebûlkirin.

&4- Rapora xebatê ji alîyê Ali Kut ve hat xwendin.

&5- Rapora aborî ji alîyê Zinar Soran ve hat pêşkêşkirin.

&6-  Beşdarên Kongreyê li ser raporan dîtinên xwe înan zimanî û bersivên pirs û rexnên wan ji alîyê endamên KK hatin dan.

&7– Endamên KKyê yên di Kongreya 24an de hatibûn hilbijartin di warê xebata xwe ya heta Kongreya 25an de, bi yekdengî ji berpirsîyarîyê hatin azadkirin.

&8– Ji bo Komîteya Karger ev endam hatin hilbijartin:

Zinar Soran, Paşa Birodirêj, Têmûrê Xelîl, Nesrîna Rojkan û Sidîq Bozarslan.

&9- Kongreyê ji bo destnîşankirina endamên KKyê yên esîl û cîgir desthilat da her pênc (5) endamên KKyê da di civîna KKyê ya yekem de endamên cîgir û esîl dîyar bikin.

&10-  Du kes ji bo nûnertîya Kongreya Federasyonê hatin hilbijartin.

&11-  Di xala pêşnîyaz û biryaran de çend pêşnîyaz hatin kirin: 

Komîteya nû ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed di nav xwe de kar û bar parve kir. Ev kes di rêvebirîya Komeleyê da hatine hilbijartin:

Seroka Yekîtîyê: Nesrîna Rojkan

Sêkrêtarê Yekîtîyê: Têmûrê Xelîl

Berpirsiyarê aborî: Zinar Soran

Endamên komîtêya karger: Paşa Birodirêj û Sidîq Bozarslan.

kongre25-foto.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin