Yekem car e du Kurdên Kakeyî dibin parlamenterên Iraqê

Yekem car e du Kurdên Kakeyî dibin parlamenterên Iraqê

.

A+A-

Di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de bo yekemin car du berbijêrên Kurdên Kakeyî ku herdu jî jin in hatin hilbijartin. Yek ji wan dibêje: “Em nûnerên hemû Kurdistanê ne, lê vegerandina aramiyê bo sînorê Kakeyînişîn, dibe karê me yê serekî.”

Di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de ku di 10ê Cotmeha 2021ê de hat kirin, du berbijêrên Kakeyî ku herdû jin in û li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, serkeftin bidest xistin.

Berbijêra Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bazneya 2 ya Kerkûkê Necwe Hemîd Kakeyî, 10 hezar û 19 deng bidest xist û bû parlamenter, herwiha li Bazneya 1 a Parêzgeha Neynewa Ehlam Remezan ji Hevpeymaniya Kurdistan (YNK) bi 4 hezar û 910 dengan bû parlamenter.

Berbijêra Derçûyî ya Bazneya Yek a Kerkûkê ji Lîsteya PDKê Necwa Hemîd Kakeyî ji Rûdawê re got, yekem car e dû nûnerên Kakeyiyan li Parlamentoya Iraqê hebin, lê ew nûnertiya hemû Kurdistanê dikin ne tenê ya Kakeyiyan.

Necwe Kakeyî got: “Ez xelka sînorê Daqûqê me, li wê derê jî ji ber rewşa xirab a emnî sê gundên Kakeyiyan hatine valakirin. Karê me yê serekî vegerandina aramiyê ye bo wan navçeyan.”

Di Gera Yekem a Parlamentoya Iraqê de, ti nûnerekî Kakeyiyan nebû, lê li gerên dû, sê û çar, nûnerekî wan li parlamento hebû, di gera pêncem de jî dû nûnerên wan dibin ku herdû jin in.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin