YE li ser sînorên Tirkiyê çavdêriyê zêdetir dike

YE li ser sînorên Tirkiyê çavdêriyê zêdetir dike

.

A+A-

- Ajansa Parastina Sînorên Ewropayê Frontex, sîstemeke nû ya çavdêriyê li ser sînorê navbera Tirkiyê û Yûnanistanê datîne. Ji ber hatina pêla penaberên Efxanî, welatên Yekitiya Ewropayê (YE) dixwazin çavdêriya sînoran zêdetir bikin.

Frontex dixwaze bi teknolojiya balona Aerostatê şopandin û çavdêriyê bihêztir bike.

Frontexê ev sîstema nû li Balafirgeha Alexandropolî ya Girava Limni bicî kiriye û test dike.

Ev balon, bi kamerayên taybet hatiye pêçan û dikare belem û keştiyên koçberên ne yasayî pêşwext bibîne.

Di nava sîstemê de, kamerayên termal û sensorên taybet hene ku rê didin belavkirina sînyalan û bi alîkariya satelîtan jî dikare li ser rûberê 60 kilometreyan, çavdêrî û şopandinê bike.

Ev cîhaz beriya destpêkirina pêla koçberên Efxan hatiye danîn û Berdevkê Frontexê Piort Switalski dibêje, ew rewşa Efxanistan û Tûnis ji nêzîk ve dişopînin.

Herwiha Switalski dibêje "Dê ev sîstema nûjen, çavdêriya deryayan asantir û baştir bike."

Li Yûnanê, bi armanca rûbirûbûna koçberiya qaçax 400 karmendên Frontexê kar dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin