Xwepêşanderên Qutikzer bi ser ket...Macronî paş de gav avêt

Xwepêşanderên Qutikzer bi ser ket...Macronî paş de gav avêt

Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe ragihand ku hikûmeta Fransayê, zêdekirina bihaya sotemeniyan paş ve kişandiye.

A+A-

Hikûmeta Fransayê li çareserkirina krîza Qotikzeran digere û hate ragihandin Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê bihakirina bacan a di meha Çileyê de bide sekinandin.

Her wiha hat gotin ku Serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe ragihandiye hikûmeta Fransayê zêdekirina bihaya sotemeniyê jî paş ve kişandiye.

Weke ku tê zanîn ji 17ê Mijdarê ve, di serî de li Parîsa peytaxta Firansayê, li serenserê wî welatî xwepêşnaderên 'Qutikzer' ji  ber buhata kirê û sotemeniyan û herwiha bi daxwazên din, di qadê de ne û heta niha 3 kes canê xwe ji dest dane û hezar û 43 kes jî birîndar bûne. Herwiha 424 kes jî hatine desteserkirin.

Ev xwepêşandan, li Fransayê weke 'tundtirîn xwepêşandanên van salên dawîn' têne pênasekirin û wisa kir ku hikûmetê paş de gav avêt.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin