Xwepêşandanên li Parîsê ji nû ve dest pê kirin

Xwepêşandanên li Parîsê ji nû ve dest pê kirin

.

A+A-

Xwepêşandanên li Parîsê yên li dijî êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku 3 Kurdan canê xwe ji dest dabûn, ji nû ve dest pê kirin. Xwepêşander bang li Hikûmeta Fransayê dikin ku ji bo parastina welatiyên li Parîs û bajarên din zêdetir tedbîran werbigire.

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno îro Şemiyê ji cihê êrîşê ragihand, hejmarek ji welatiyan li cem polîsan civiyane û tê çaverêkirin ku xwepêşandaneke mezin li Meydana Komarê were lidarxistin, her wiha diyar kir ku xwepêşander daxwaza lêkolîneke berfireh li ser êrîşê dikin.

Êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku 3 Kurdan canê xwe ji dest dabûn duh Înê hatibû kirin. Li gorî medyaya Fransayê, navê êrîşkar William M. ye 69 salî ye û wî berê şofêrtiya trênê li Parîsê dikir û niha xanenişîn bûye. Êrîşkarê Fransî yê dirêj hate desteserkirin.

Êrîşkar bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li herêma 10emîn a Parîsê kir. Di encamê de Hunermend Mîr Perwer ê ji Gimgim a Mûşê, Emîne Kara ya ji Qileban a Şirnexê û Ebdulrehman Kizil ê ku nayê zanîn ji kîjan bajarê Kurdistanê ye canê xwe ji dest dan.

Bûyer di nav welatiyên Fransayê de bû sedema nerazîbûnan. Duh û îro li gelek bajarên Fransayê xwepêşandan hatin lidarxistin û ji bo parastina wan zêdetir tedbîr werin girtin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Wezîrê Navxwe yê Fransayê ragihandiye ku ew hewl didin ewlehiya navendên çandî yên Kurdî zêdetir bikin da ku careke din bûyerên wiha neqewimin.

Xwepêşandan li hejmarek bajarên din ên Fransayê jî tên lidarxistin. Zinar Şîno got ku di xwepêşandanên duh de 5 polîs birîndar bûn û polîsan çend xwepêşander desteserkirine.

Polîsê Fransayê heta niha ev êrîş weke “terorîstî” bi nav nekiriye lê Berdevkê Encûmena Demokrat a Kurd li Fransayê Egîd Polat êrîş weke "terorîstî" bi nav kir.

Berdevkê Encûmena Demokrat a Kurd li Fransayê Egîd Polat got, “Tiştê ku qewimî êrîşeke terorîstî bû ku 10 sal piştî êrîşeke din a kujêr hat ku tê de sê çalakvanên Kurd hatin kuştin. Careke din rayedarên Fransî parastina yek ji navendeke me nekirin ku ew, Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya nekirin. Em dizanin ku ev êrîşeke siyasî û terorî ye ku ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hatiye organîzekirin.”

Êrîşkar bi birîndarî hat desteserkirin û tê payîn ku polîsên Fransî di demeke kurt de sedem û kesên li pişt êrîşê eşkere bikin.

Çavkanî: Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin