Xwenîşanderên Îraqê: Bila tevahîya berpirsên Îraqê dest ji kar vekişîn!

Xwenîşanderên Îraqê: Bila tevahîya berpirsên Îraqê dest ji kar vekişîn!

Xwenîşandan û nerazîbûnên Îraqê li bajarên Bexda, Nasirîye, Dîwanîye û Kerbela berdewamin û li Necef dû xwenîşnaderên din hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Hevdem xwenîşander daxwaz dikin tevaya berpirsên Îraqê dest ji kar vekişînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Amaje xuya dikin ku dest ji kar vekişandina serok wezîrê Îraqê, Adil Ebdûlmehdî dawîyê bi xwenîşandan û nerazîbûna xelkê Îraqê nahîne. Niha xelk daxwaz guhertina tevaya berpisan dikin û dibêjin: Ewên li piştî 2003yê ve hatine, pêwîste kes ji wan di desthelatê de nemîne.

Di evê çarçoveyê de, bi dehan hezar kes ji xwenîşanderan li bajarên Bexda, Necef, Nasirîye, Kerbela û çend bajarên din berdewan. Li Bexda, li taxa Beyai di dema veşartina termê yek ji xwenîşanderan dirûşmên dij bi Îranê gotin.

Yek ji xwenîşanderan dibêje: Mebest û armanca me welate. Em dixwazîn hemû biherin û ti kes ji wan nemîne, ew hemû dizin.

Li Kerbela jî, xwenîşanderan hewildan derîyê avahîya Civata Parêzgehê bişkînin û biçin di nava avahîyê de û di encam de pêkdadan di navbera wan û hêzên ewlekarîyê de rûda. Hevdem çend rêyên serekî yên parêzgehê ji alîyê xwenîşanderan hatin daxistin.

 Li Necef jî, dû xwenîşander hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn û careka din jî, xwenîşanderan konsulxaneya Îranê li wî bajêrî şewitandin. Her yek ji fermandeya operasyonên Furata Naverast û hêzên ewlekarîyên Necefê pergala amadebaşîyê ragehandin.

Çavkani: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin