Xizmên kuştîyan bertek nîşanî CHP’îyan dan: We çima ji şerî re got ‘erê’

Xizmên kuştîyan bertek nîşanî CHP’îyan dan: We çima ji şerî re got ‘erê’

Malbatên kesên di 10’ê Cotmehê de li GAR’a Enqereyê hatin kuştin, di 4’emîn salvegera komkujîyê de bertek nîşanî erêkirina CHPyê ya teskereyê da. Xizmên kuştîyan bertek nîşanî CHP’îyan dan û gotin: “We çima ji şerî re got erê.”

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Li GAR’a Enqereyê ya li dijî Mîtinga Aştî û Demokrasîyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an xwekujan êrîş pêk anîbûn û 103 qasidê aştîyê jîyana xwe ji dest dabûn. Di 4’emîn salvegera Komkujîya GAR’a Enqereyê de xizmên kesên jîyana xwe ji dest dane û nûnerên rêxistin û sazîyên civakî û sivîl li GAR’a Trênê kom bûn û kesên jîyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de xizmên kesên jîyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê, Parlamenterên CHP’ê, nûner û rêveberên KESK, DÎSK, TTB, TMMOB û gelek kesên din amade bûn.

Bi sedan kesên li pêş Îstasyona Ulus Metro kom bûn, heta GAR’a Trenê meşîyan. Girsê di meşê de wêneyê 103 kesên di komkujîyê de jîyana xwe ji dest dane vekirin û pankarta “Ji şer re na” û “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîr kirin” vekirin. Girsê di meşê de  dirûşmeya “Ji dagirkerîyê re na, heman niha aştî” berz kirin. Polîsên hêzên çevîk xwestin meşê asteng bikin. Piştî demekê di navbera girsê û polîsan re rageşî derket, girseyê dîsa meşa xwe dewam kir. Girse piştî hat GAR’ê ewil ji bo 103 kesên jîyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştre Serokê Rêveberîya TMMOB’ê Emîn Koramaz axivî. Koramaz anî ziman ku 4 sal berê li qada GAR’ê ji bo daxwazên xwe yên aştîyê bînin ziman hatin vir û wiha got: “4 sal şûnde dîsa qêrîna şer bilind dibe. Em ê her dem li dijî êrîşên emperyalist û li dijî şer alîgirîya aştiyê bikin. Em ê disa bêjin xwişk û biratîya gelan.”

Koramaz anî ziman ku ewê her dem tekoşîna jîyanek azad û bi hevre bidin û wiha axivî: “Têkoşîn û doza kesên di oxira azadî, aştî û demokrasîyê de jîyana xwe ji dest dan deynê stuyê me ye. Serokwezîrê berê Davutoglu îtîraf kir ku di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an de agahdar e. Ev daxuyanîya wî li xwe mukurhatin e. Em wekî TMMOB, TTB, KESK, DÎSK û 10 Ekîm-Der ji bo li qadê bîrdarî bê avakirin wê xebatên xwe berdewam bikin. Em armanc dikin du di sala 2020’an de temam bikin. Me tu carî hevalên xwe ji bîr nekirine û em tu carî wan ji bîr nakin.”

Girsê piştî daxuyanîyê çalakîya rûniştina 5 deqîqeyan li dar xist.

Girsê piştî çalakîya rûniştinê qurnefîl danîn pêş bîrdarîyê. Girsê bertekên xwe li dijî parlamenterên CHP’ê anîn ziman û gotin “We çima piştgirî dan şer û we çima şer erê kir”.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin