Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Xelata Edebiyata Kurdî ya li Dîasporayê, Layîqê kê ye?

A+A-

 

 

Peyv, gotin azad e, herkes dikare dîtina xwe bibêje û ez dikarim dîtina xwe şirove bikim. Mehmed UZUN, Mahmud Baksî û Firat Cewerî sê navên sereke yên romannivîskarên dîasporaya Kurdî li Swêdê ne. Mehmed Uzun û Mahmud Baksî herdu jî çûn ser dilovanîya xwe, tenê Firat Cewerî ma. Ez dîtina xwe rasterast dibêjim. Tu kurdekî Bakur li Swêdê bi qasî Firat Cewerî ji Edebiyata Kurdî re zehmet ne kirîye. Lewma Xelata Edebiyata Kurdî ya li Dîasporayê, layîqê Firat Cewerî ye.  Min duh dîtina xwe ji serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Berzan Kockaya re jî got. Desteya AKADEMIYA KURDÎ LI STOCKHOLMê biryar wergirt ku her sal xelata Edebiyata Edebiyatê bide kurdekî BAKUR.

”Dîasporayên Kurdî” li Swêdê bûye bingeha Dîaporaya cîhanê û li cîhanê belav bû. Lewma edebiyata kurdên Swêdê bû sedemê jinûva zayîna Edebiyata Kurdî li cîhanê. Firat Cewerî nivîskarêkî serbixwe, azad, bixwe ve girêdayî û ne koleyekî siyasî ye. Wî kovara Nûdem derdixist û di ber de jî kovara HAWAR ji nû ve çap kır. Bi hawayî “Wêjeya Kurdî ” ya li Swêdê li cîhanê belav bû û bû sedemê jinûva zayîna Dîasporaya Kurdî li cîhanê. Dîaspora û wêjeya Kurdî bi hevre ne û ji hev cuda nabin.

Ehmedê Xanî bi Mem û Zîna xwe bingeha kurdayetîyê danîye. Ev mînak ji bo me girîng e. Ehmedê Xanî, Şerefxan Bîtlisî, Hecî Qadirê Koyî, Mele îsmaîl Bayezîdî, Celadet Alî Bedirxan, Qanatê Kurdo, îsmet Şerîfvanli Nuredin Zaza û malbata Bedirxanîyan bûn kapasîteyên Dîasporaya Kurdî li Swêdê.  Firat Cewerî da ser rê û şopa Celadet Bedırxanî û qet ji cihê leneqîye. Bi pênûs, huner û nivîskarî û xebatên xwe layîqê ”XELATA CELADET BEDIRXAN E”…  Celadet Bedirxan bi karûbarên akademîk û zanistiyê ve jî mijûl dibû. Ew zanistvan, zanyar, akademîkar, mirovê zana û zimanzan bû. Min hemû romanên Firat Cewerî bi şadî û xwestekê xwendin. Ji nav romanên wî romana herî balkêş; “Ez ê yekî bikujim” e.

Di romana kurdî de ”Ez ê yekî bikujim”, romaneka hesta hundirîn û psîkolojîk e. sê karekter di romanê de hene, lê hersê jî ji cîhanekê ne. Fîksiyon dikare civakê biguherîne û dikare bi kûrahî bandorê li me bike. Hema hema hemû romanên Firat Cewerî ji hêla karekterên xwe yên sereke û karakterên piştgir ên sereke ve dihêne xuyankirin. Firat Cewerî di vê romana xwe de behsa kesayetiyên kurd ên jibîrbûyî dike. Ev roman wergeraye gelek zimanan: tirkî, farisî, Îtalî, swêdî, zaravayê soranî, almanî û niha jî îngilîsî. Mîjara serek ”bîr” e û bi rengî ji romanên din cûda dibe. Kar û xebatên Firat Cewerî divê nayê jibîrkirin û paşguhkirin. Mînak: girêdana xebata wî bi kevneşopiya kurdî, Celadet Bedirxan, kovara Hawarê, bîranîn, kok, û bi xwe afirandina stîla edebiyata kurmanjî, Kovara Nûdemê û têkilîyên piralî yên xebatên wî bi mîrateya çanda kurdiya rojane û bi zimanê nivîskî re heye.

Têgeha ”dîaspora” bi gelemperî ji bo danasîna komeka koçberan dihê  bikar anîn ku li welatek ji bilî welatê  jêderê dijîn, lê hîn jî bi wî welatî ve girêdayî ne û Firat Cewerî mîna wan bi welatê xwe girêdayî ye. Dîaspora peyveka yewnanî ya ku dihê wateya belavbûnê, lê şiroveyên din hene. Mînak: komên nifûsa neteweyî yên belavbûyî. Dîaspora têgehek ji bo Firat Cewerî ku li derveyî qada erdnîgarîya xwe dijî ku ew di komê de wekî welatê xwe hest dike û dijî. Firat Cewerî bê tawîz, serbixwe û bi xwe ve girêdayî pênûsa xwe ji bo armanca hunera edebiyata gerdûnî û giştî bikaranî û hemû civakên kurd hembêz dike. Naveroka berhemên Firat Cewerî bi tevahî bi armancên hunerî, fîksiyonî, xeyalî û rastî ne, lê ji rastiyê zêdetir rasteqînî ne û ew kesên ku romanên wî dixwînin dibêjin qet bûyerên rast in.

Encam

Firat Cewerî li Swêdê xebata Celadet Alî Bedirxan ji nû ve aktîv kir û bi hevre girêda û wî Hawar xiste rojevê lewma divê Firat Cewerî Xelata Nobelê ya Celadet Alî Bedirxan-Kovara Hawarê werbigire.

 

 

Kitêbên Firat Cewerî (Ev lîsteya hanê me ji Firat wergirtîye):                               

1- Êrîs Dikin, (helbest) 1980, Swêd

2- Mezin Dibim, (helbest) 198, Swêd

3- Dê Sêrîn e, (helbest ji bo zarokan) 1983, Swêd

4- Girtî, (çîrok) 1986, Swêd

5- Kevoka Spî, (çîrok) 1992, Weşanên Beybûn, Ankara

6- Kultur, Huner û Edebiyat, (gotar û hevpeyvîn) 1996, Swêd, Nûdem

7- Gotinên Navdaran, (aforîzma) 1995, Swêd, Nûdem

8- Çîroka Malbata Evdo, (çîrokek bi kêşasan) 1999, Swêd, Nûdem         

9- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, (diyalog) 1998, Swêd, Nûdem

10- Pêlên derya reş, (gername) 1997, Swêd, Nûdem

11- Romanseke çilmisî, (çîrok) 2002, Swêd, Nûdem

12- Antolojiya çîrokên kurdî . 2003, Swêd, Nûdem

13- Payıza dereng, (roman) 2005, Swêd, Nûdem

14- Ez ê yekî bikujim, 2012, avesta, stenbol

15- Lehî, 2013, Avesta, Stenbol.

16- Maria melekek bû, 2014, avesta stenbol

 

Wergerên Firat Cewerî:

           

1- Dostojevsky, (Sevên Spî), 1993, Swêd, Nûdem 

2- John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993 Swêd, Nûdem      

3- Çexov (Bexçeyê Vîsne), 1995 Swêd, Nûdem

4- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995   Swêd, Nûdem

5- Yasar Kemal (Dara hinarê ), 1998            Swêd, Nûdem

6- Sartre (Dîwar) Swêd, Nûdem                  

7- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000 Swêd, Nûdem

8- Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000 Swêd, Nûdem

9- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000 Swêd, Nûdem

10- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000 Swêd, Nûdem

11- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002 Swêd, Nûdem

12- Gunilla Bergström, (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002, Swêd, Nûdem

13- Gunilla Bergström, (Alfonsê şûm) 2002 Swêd, Nûdem

14- Gunilla Bergström, (Alfonsê diz) 2005 Swêd, Nûdem

15- Gunnar Ekelöf, (Zimanekî zindî wernegerîne yekî mirî) 2005

16- Gunnar Ekelöf (Mîrê Emgionê) avesta, 2017, stenbol

17- Hjalmar Söderberg (Doktor Glas) avesta, 2017, stenbol

18- Edîth Södergran (Welatê tune) avesta, 2018, stenbol

19- Pär Lagerkvist (Barabbas) avesta, 2018, stenbol

 

Kitêbên Firat Cewerî ên bi tirkî:

 

1- Geç Bir Sonbahardı, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul

2- Birini Öldüreceğim, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul

3- Lehî, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul

4- Maria Bir Melekti, Roman, Eveset yayınları, 2014 İstanbul

5- Solgun Romans, öykü, Eveset yayınları, 2014 İstanbul

6- Karadeniz Dalgaları, gezi, dara yayınları, 2018 diyarbakır

7- Mir Celadet Bedirhan’ın Evinde, Roman, Dara yayınları, 2018 diyarbakır

Kitêbên Firat Cewerî ên bi swêdî:

Jag kommer att döda någon, förlaget storge, 2018

Kitêbên Firat Cewerî ên bi farisî:

1- Kevoka spî

05-02-2023

Doktoremend, lêkolîner, mamoste Maruf YILMAZ

 

Önceki ve Sonraki Yazılar