WHO: Her Roj 5-6 Hezar Kes bi Vîrusa Korona Dimirin

WHO: Her Roj 5-6 Hezar Kes bi Vîrusa Korona Dimirin

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku vîrusa korona hîn negihiştîye asta xwe ya herî bilind.

A+A-

Ghebreyesus da zanîn ku di dawîya hefteyê de 400,000 pêketîyên nû yên vîrusa korona hatin tespît kirin û got ku hejmara mirinan rojane di navbera 5000 û 6000 diguhere.

WHO dide zanîn ku jiber zêdebûna testan û berevanîyên nû yên dijî vîrusa korona hejmara pêketîyan bilind dibe û ya mirîyan jî sabît e.

Lê, yek ji karbidestên din yên WHO, Mike Ryan bal kişand ku di meha Hezîranê de hejmara pêketîyan zêde bûye û hîn ji wan pir mirin çênebûye.

Ryan dîyar kir ku dibe ku di rojên pêş de hejmara mirinên ji vîrusa korona pir zêde bibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê pirtir ji 11,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 542,310 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin