Wezîrê heca Erebistanê: Ji ber Koronayê bila vê gavê ti kes neçe hecê

Wezîrê heca Erebistanê: Ji ber Koronayê bila vê gavê ti kes neçe hecê

Wezîrê heca Erebistanê bang li wan kesên ku dixwazin herin hecê, kir ku heta belavbûna Koronayê berdewam e, neçin hecê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê heca Erebistanê, Mihemed Salih bin Tahir duhî ragihand, Erebistan amade ye pêşwazî li hecîyan bike lê tenduristîya hecîyan bo Erebistanê girîngtir e.

Mihemed Salih bin Tahir behsa belavbûna Koronayê kir û got, ji ber wê jî û heta rewşa ku ji ber belavbûna Koronayê hatîye pêş, zelal nebe bila ti kes neçe hecê.

Her sal herî kêm 2.5 milyon kes diçin hecê.

Piştî belabûna Koronayêl li Erebistanê, hikûmeta wî welatî heca Umrê da sekinandin.

Li gorî amarên fermî, heta niha li Erebistanê 1500 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 10 kes jî pê mirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin