Wezîrê Darayî: Jimara generalên Kurdistanê û Çînê nêzîkî hev e

Wezîrê Darayî: Jimara generalên Kurdistanê û Çînê nêzîkî hev e

Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab di civîna Parlementoya Kurdistanê da ragihand jimareya generalên Kurdistanê weke yê welatê Çînê ye û jimareya wezîrên jî ji yê Iraqê zêdetir e.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Awat Şêx Cenab da zanîn ku ligor zanyarîyln gihiştine wan 53 wezîr û 53 cîgirê wezîr û 87 rawêjkar û 271 rêveberên giştî yên neyasayî hene.

Wezîrê Darayê Awat Şêx Cenab aşkere jî kir pêwîste dariştin li ser xala madeya yazdehem ya projeya çaksazîyê bihê kirin.

Herwiha Awat Şêx Cenab aşkere jî kir di danûstendinên ligel Bexdayê jî tûşî kêşeyan bûne derbarê jimareya pileyên postên bilind da. Awat Şêx Cenab got: “Li Herêma Kurdistanê jimareya generalan gelekî zêde ye. Belkî weke jimareya generalên Çînî generalên me hene. Jimareya wezîrên ji asta Iraqê jî derbas bûye. Boye  jiber pileyên bilind tûşî şermezarîyan dibin di danûstendinan da. “

 

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin