Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevdîtin dike

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re hevdîtin dike

.

A+A-

Biryar e îro Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Hewlêrê bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar şeva borî bi riya firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihişte paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û hejmarek rayedarên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî bi serdanekê gihîşt Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û berpirsên din ên Iraqî civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Wezîrên Iraqê, di civînê de rewşa ewlehî ya deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ligel Kazimî gotûbêj kir û her du aliyan li ser çareserkirina kêşeyên ewlehiyê yên li wan deveran li hev kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin