Wezîra Derve ya Almanyayê bi CHP, HDP û ÎYÎ Partiyê re civiya

Wezîra Derve ya Almanyayê bi CHP, HDP û ÎYÎ Partiyê re civiya

.

A+A-

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku ji bo serdaneke fermî li Tirkiyê ye îro Şemiyê li Enqere ya Tirkiyê bi şandên partiyên opozîsyonê yên wek CHP, HDP û ÎYÎ Partiyê re civiya.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku duh 29ê Tîrmeha 2022an ji bo serdaneke fermî hatibû Tirkiye û piştî civîna xwe ya bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re li Stenbolê, îro 30ê Tîrmeha 2022an li oteleke Enqere ya paytexta Tirkiyê bi şandên Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ÎYÎ Partiyê re cuda cuda civiya.

Annalena Baerbock destpêkê bi şanda CHPê ya bi serokayetiya Sekretera Giştî ya CHPê Selîn Sayek Boke re civiya. Piştre jî şanda HDPê ya bi serokayetiya Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar ji bo cîvîna bi Wezîra Derve ya Almanyayê re hat otelê. Baerbock herî dawî bi şanda ÎYÎ Partiyê re civiya.

Civînên Wezîra Derve ya Almanyayê bi partiyên opozîsyona Tirkiyê re dûrî çapemeniyê hatin kirin.

Hat ragihandin ku Annalena Baerbock piştre jî bi nûnerên saziyên civaka sivîl re civiyaye.

Wezîra Derve ya Almanyayê duh di civîna hevbeş a çapemeniyê ya ligel Wezîrê Derve yê Tirkiye de ragihandibû ku wan di civînê de li ser xalên ku her du welat li ser nakok in gotûbêj kirine. Ji wan jî operasyona Tirkiye ya bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola HSDê.

Annalena Baerbock di civîna hevbeş a çapemeniyê de nîgeraniya xwe ya derbarê wê operasyona Tirkiyê de anîbû ziman. Baerbock her wiha daxwaz ji Tirkiyê kirûbû ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê yên derbarê karsaz û çalakvanê Tirkiyê Osman Kavala û Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de cibîcî bike lê Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu bi erênî pêşwazî li van daxwazên wê nekiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin