Wezareta Tenduristîyê daxuyanîyek nû belav kir

Wezareta Tenduristîyê daxuyanîyek nû belav kir

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê derbarê amarên dawî yên vîrusa Koronayê da daxuyanîyek nû belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyê de hatîye aşkere kirin derbarê nexweşîya vîrusa Korona ya Nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîyê berdewam in li ser vedîtin û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên vê vîrusê.

Hejmara hevwelatîyên di Korentînan de bûn 4473 hevwelatî bûn e, li 26 cihên cuda, ku di niha de tenê 1563 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2910 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe; piştî temambûna dema dû heftîyan. Li gel korentînekirina hejmareka din ku evro hatine korentînekirin, ku tevaya hejmara wan 53 hevwelatî bûn.

Di 24 demjimêrên bûrî de, 227 pişkinîn hatin encamdan, 103 li bajarê Hewlêrê, 62 li Silêmanîyê û 62 li Dihokê. Di encam de 2 tûşbûyê nû hatin tomarkirin, yek li bajarê Silêmanîyê, ku jineka 63 salîye û dayîka tûşbûyeka berê ye. Yê dî jî li bajarê Dihokê ye û zelamekê temen 50 salîye ku berê ji welatê Emanîya vegerîya ye.

Di niha de hejmara tevaya helgirên vîrusa Korona ya nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 41 halet in, di nav vê hejmareyê de, 1 haletê mirinê heye û 13 nexweş bi temamî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo wezareta navxwe û supas bo pabendbûna hevwelatîyan ku îro li mal man. Carek dî tika dikîn pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimînin û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de,peywendîyê bikin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin