Wezareta Pêşmerge: Tirkîye heta 40 km û Îran heta 10 km hatine nav axa Kurdistanê

Wezareta Pêşmerge: Tirkîye heta 40 km û Îran heta 10 km hatine nav axa Kurdistanê

Berdevekê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku artêşa Tirkîyê bi kûrahîya 20 heta 40 kîlometreyan û Supaya Pasdaran a Îranê jî heta 10 kîlometreyan bi kûrahî ketine nav axa Herêma Kurdistanê û baregehên leşkerî ava kirine.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Lîwa Babekir Feqê, beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê operasyonên Tirkîyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê de daxuyanî da û ragihand ku artêşa Tirkîyê li sêgoşeya di navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de dest bi operasyonên bejayî û asmanî kirîye.

Babekir Feqê amaje kir ku ew liv û tevgera artêşa Tirkîyê binpêkirina yasayî navdewletî û binpêkirina serwerîya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.

Feqê dîyar kir ku êrişên Tirkîyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê di nav xelkê herêmê de bûye cihê metirsîyê û wan hikûmeta Bexdayê derbarê binpêkirinan û zîyanên bûne de agahdar kirine.

Bi gotina Feqê, artêşa Tirkîyê, li deverên ku Yekîneya 80ê ya ser bi Hêzên Pêşmerge ve bicih bûne, operasyonan saz nake û ew dibêje ku lê artêşa Tirkîyê li navçeya Sindî û Gulî heta digihêje sêgoşeya Xwakurkê operasyonan dike û herwiha artêşa Tirkîyê bi kûrahîya 20 heta 40 kîlometreyan di nav axa Herêma Kurdistanê de pêş ketîye.

Li gor protokola navdewletî her welateke dema hêz dişîne welateke din an jî operasyonê dike, divê welatê din agahdar bike, lê wek Feqê dibêje ti hevahengîyek di navbera Herêma Kurdistan û Tirkîyê de nebûye.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kir ku ne tenê artêşa Tirkîyê li nav axa Kurdistanê de operasyon bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê encamp dide, di heman demê de Îran jî herêma Haci Omera û Qendîlê bombebaran û topbaran dike û herwiha heta 10 kîlometreyan di nav axa Herêma Kurdistanê de hatine û binkeyên serbazî ava kirine.

Feqê herwiha bang li Tirkîyê û PKKê kir ku rêzê li serwerîya Herêma Kurdistanê bigirin û got: “Ev welat bi xwe li herêmê bûne sedema bêaramîyê. Ew bûne sedema valakirina gundan û koçberbûna xelkê û zîyanên mezin. Mixabin cihê çalakîyên PKKê di nav sînorên Bakurê Kurdistanê de ye, lê li sêgoşeya sînorî bicih bûye, lewma Tirkîyê jî operasyonên lêşkerî pêk tîne.”

Ji ber êrîşên artêşa Tirkîyê û şerê dijwar ê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkîyê de li devera Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê, ji bilî tirsa zêde ya xelkê û nebûna garantîya asayişa canê wan, zevîyên wan yên çandinîyê û baxên wan jî jinav diçin.

Di salên derbasbûyî de, 519 gundên sînorê Herêma Kurdistanê ji ber şer û pev û di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkîyê de hatine valakirin û ji ber operasyona vê dawîyê ya Tirkîyê, qedexeya hatinûçûnê li nav nêzikî 50 gundên sînorî yên Zaxo hatîye dayîn û hinek gund bi temamî hatine valakirin û gundên din jî li ber valabûnê ne û bi giştî 500 cotkaran nêzikî 50 hezar donim zevîyên çandinîyê li pişt xwe hiştine û nikarin biçin nav zevîyên xwe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin