Wezareta Navxwe; Rola jinan di aşitî û parastina aşitîya civakê de giring nirxand

Wezareta Navxwe; Rola jinan di aşitî û parastina aşitîya civakê de giring nirxand

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di daxuyaniyekê de, li ser beşdariya jinan a di aştî û parastina aştiya civakî axivî û got, biryara 1325 destkeftekî gelek mezin bû bo hemû cîhanê, bi taybetî jî bo Rojhilata Navîn û Iraqê.’’

Wezîrê Navxwe eşkere kir, Rojhilata Navîn berdewam di pevçûnan de bûye û Iraq di navenda wan pevçûnan de cîh girtiye û ragihand: ‘‘Iraq ne ji bo xwe bûye çavkaniya aştiyê û ne jî ji bo derdora xwe bûye sedemê aştî û seqamgiriyê. Ji ber wê biryara 1325 destkeftekî din e ji bo jinan û jinên Iraqê piştî sala 2003yê ve xwedî li wî biryarî derket û wek yekem welat li Rojhilata Navîn bername ji bo xwe danî û ev destkefteke gelek mezin e.’’

Rêber Ehmed derbarê rola jinan li Herêma Kurdistanê destnîşan kir: ‘‘Eger muqayese bikin ji aliyê pêşketin û gihandina pêgeha jinan a di civakê û desthilata siyasî de, Herêma Kurdistanê xwedî cudayiyeke zêde ye li gel Iraqê û hemû welatên din ên Rojhilata Navîn. Ev destkeft û serbilindî ye ku piştî Raperînê bi girîngiyeke mezin me li rola jinan nêriye.’’

Wezîrê Navxwe diyar kir, biryara 1325 qala aştî û beşdariya jinan di aştî û parastina aştiyê de dike. Eger rewşa siyasî, aborî, civakî û ewlehiyê dest nede, ne tenê jin di aştiyê de najî, herwiha temamê civakê wê di tundiyeke temam de bijî, wekî ku niha li Iraqê heye.’’

Rêber Ehmed got: ‘‘Hebûna DAIŞê heta niha jî gefxwarineke mezin e li ser aştî û seqamgiriya Iraqê. Di heftiyekê de Pêşmergeyên me yên qehremen du car li navçeyên Gulale û Kifrî rastî êrîşên DAIŞê hatin, ku şehîd û birîndarên me jî hene.’’

Wezîrê Navxwe da zanîn: ‘‘Heta çavkaniya nearamiyê em jinav nebin, em nikarin aştî û seqamgiriya berdewam ji bo civakê û ji bo jinan dabîn bikin. Tişta ku em niha danûstanê li gel dikin, encamên pirsgirêkan in. Divê civaka navnetewî û hevpeymaniya navnetewî dijî DAIŞê cîdî bin di vê mijarê de.’’

Rêber Ehmed eşkere kir: ‘‘Em li Herêma Kurdistanê dibêjin hîn metirsiya DAIŞê li Iraqê maye, ev ne şiroveyeke, li ser bingehê amar û zanyariyên piştrast ên saziyên îstixbaratê em vê behsê dikin. Herwiha reftarên DAIŞê yên ji bo êrîşa ser hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê nîşan dide hîn tundûtîjî zêde ye. Heta em wan çareser nekin jin nikare rola xwe ya civaka Iraqê de bilîze.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin