Wezareta Derve ya Iraqê ofîseka xwe li Hewlêrê vekir

Wezareta Derve ya Iraqê ofîseka xwe li Hewlêrê vekir

Wezareta Derve ya Iraqê ofîseka xwe li paytexta Herêma Kurdistanê-Hewlêrê vekir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îro danê sibê bi amadebûna berpirsên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, ofîsa Wezareta Derve ya Iraqê li Hewlêrê hat vekirin.

Serokê fermangeha pêwendîyên derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî di merasima vekirina wê ofîsê de got, vekirina vê ofîsê hêsankarî ye bo welatîyan û dê bi hikûmeta Kurdistanê re jî di nav hemahengîyeka temam de be.

Sefîn Dizeyî her wiha got, em hêvîdar in vekirina vê ofîsa Wezareta Derve ya Iraqê piştevanîyek be bo danûstandinên Hewlêr û Bexdayê. Em wek hikûmet piştevanîya vê yekê dikin.

Çend roj berê li Silêmanîyê jî ofîseka Wezareta Derve ya Iraqê hatibû vekirin.

Bi vî rengî, xelkê Herêma Kurdistanê êdî neçar nabin bo karûbarên xwe biçin Bexdayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin