Wezareta Berevaniya Iraqê bo îmza kirina rêkeftina li gel Wezareta Pêşmerge hîn nehatine!

Wezareta Berevaniya Iraqê bo îmza kirina rêkeftina li gel Wezareta Pêşmerge hîn nehatine!

Emîndarê giştî yê hêzên Pêşmerge ragehand, biryar bû roja 10.08.2019ê civîn di navbera lijneyên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li Hewlêrê pêkbihatan, lê aliyê Iraqê, pêngav avêtin bo civîn û guftûgoyan sar in.

A+A-

Emîndarê giştî yê hêzên Pêşmerge ragehand, biryar bû roja 10.08.2019ê civîn di navbera lijneyên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li Hewlêrê pêkbihatan, lê aliyê Iraqê, pêngav avêtin bo civîn û guftûgoyan sar in.

Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer ragehand: ‘’Civîna dawiyê ya navbera lijneyên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê roja 29.06.2019ê pêkhat.’’

Li gor gotinên Yawer di wê civînê de ‘’Li ser çend xalekî mebdeyî em rêkeftin,’’ lê ne rêkeftinekî bi îmza bû. Ji ber wê biryar hat dayîn ku şandeyekî Wezareta Berevaniya Iraqê roja 10.08.2019ê bê bo Hewlêrê û li ser wê lihevkirina ku hebû, civînekî bike û biryar bê dayîn û rêkeftin bê îmza kirin.’’

Herwaha got, şandeya Wezareta Berevaniya Iraqê heta naha ne ji bo civînê hatine û ne bi nivîskî ti agahiyek nedane û peyvendî jî pêkneanîne ku sedemê nehatina xwe jî, ji me re ranegehandine. ‘’Me jî bi fermî peyvendî li gel wan pêkneanî û me pirs jî nekiriye ka hun çima nehatine.’’

Yawer got: ‘’Heta naha sê caran hêzên hevpeyman ku aliyê sêyem in, me ew agahdar kirin ku peyvendiyê li gel aliyê Iraqê bikin, ku lez bikin bo rûniştin pêkbê. Ji ber hem li Wezareta Pêşmerge û hem Wezareta Berevaniyê şêwirmend hene, lê herçend hevpeymanan jî li gel wan axaftiye, lê heta naha ti bersiveke fermî bo me nehatiye.’’

Cebar Yawer got, roj bi roj kiryarên terorîstî li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê zêde dibin, amar nîşan didin ku li Diyale, Selahedîn, Kerkûk, Mexmûr, Qereçûx û Deşta Nînowa kiryarên terorîstî jî her diçe zêde dibin.

Cebar Yawer got: ‘’Bo rê girtina li wan kiryaran em giring dizanin ku hêza hevbeş û operasyonên hevbeş ên Pêşmerge û artêşa Iraqê hebe û bi rêkeftina fermî ve binkeya hemahengiya hevbeş li wan navçeyan bê damezrandin.’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin