Wêneyekî ku gelek tiştan vedibêje: Biroyê Heskê Têlî

Wêneyekî ku gelek tiştan vedibêje: Biroyê Heskê Têlî

Di wêne de du kesên çekdar ku pişta xwe spartibûn berpalên Çîyayê Agiriyê xuya dikirin. Nota ku di binê wêne de hebû zêdetir ez dilşa kirim “Zîlan Beg ligel fermandarê hêzên kurd li Agiriyê Îbrahîm Heskê Têlî”

A+A-

Rohat Alakom

 

              ekran-goruntusu-3677.png

Biroyê Heskê Têlî, fermandarê hêzên kurd li Agiriyê (li rastê)

û Zîlan Beg (Ardeşes Muradyan) li çepê

 

Di salên 1990î de dema min di derbarê xebata xwe ya bi navê Rêxistina Xoybûn û Serhildana Agiriyê de zanyarî û dokument berhev dikirin, ez rastî wêneyên cihê yên pêşengên serhildanê hatim, lê belê min tevî gelek hewldanan wêneyekî pêşengê serhildanê yê giring Biroyê Heskê Têlî peyda nekir.[1] Xebatên min berdewam kirin. Xwendevanan jî wek min sedî sed xwestiye vî kesayetiyê kurd ku li ser gelek tê deng kirin bi wêne be jî bibîne. Em hemû zaten giringiya nepeni ya wêneyan baş zanin.

Carekê dema min li nivîseke ku di kovarekêde derketibû mêze dikir li wir çavên min çûn li wêneyekî asê bûn û min baweriya xwe bi çavên xwe neanî! Di wêne de du kesên çekdar ku pişta xwe spartibûn berpalên Çîyayê Agiriyê xuya dikirin. Nota ku di binê wêne de hebû zêdetir ez dilşa kirim “Zîlan Beg ligel fermandarê hêzên kurd li Agiriyê Îbrahîm Heskê Têlî”.[2] Belê, Biroyê Heskê Têlî û lîderê ermenî Ardeşes Muradyan ku alîkarî daye SerhildanaAgiriyê tevayî poz dane. Ev wêne çi demê ji aliyê kê de hatiye kişandin, orjînalê wê niha li kîderê ye em nizanin. Ez hêvî dikim ku bersîvên van pirsan û yên wek van rojekê bên dayîn.Ev wêneyê ku berî 90 salan hatiye girtin bona dîroka kurd çavkaniyeke dîtbarî pêk tîne. Wêne herwiha dostaniya dîrokî ya kurd û ermeniyan ku bi salan li hemberî zilm û zordestiyan tekoşîn dane bi awayekî watedar sembolîze dike. Eger ev dostaniya dîrokî tune bûye belkî jî ev wêne heta rojên îroyîn nedihat.

Berî em derbasî mijara Biroyê Heskê Têlî bibin kêrdar e ku em bi kurtî be jî çend agahiyan di derbarê Ardeşes Muradyan de bidin. Di hin çavkaniyên kurd de ew wek “Zîlan Beg” tê zanîn. Di bîranînên Îhsan Nurî Paşade ku pêşiyê bi fransî derketine wêneyek heye ku Îhsan Nurî Paşa û Ardeşes Muradyan nîşan dide.[3] Piştî çil salan Garo Sasunî di sala 1969an de di pirtûkeke xwe de dîyar dike ku navê Zîlan Begê yê rastîn Ardeşes Muradyan e, ji Xinusêbûye. Garo Sasunî paşê dîyar dike ku Ardeşes Muradyan bûye goriyê “Kemîneke Bolşevîkan” û hatiye kuştin.[4]

Serhildana Agiriyê kêm-zêde qasî pênc salan berdewam kiriye (1926-1930). Yek ji wan pêşengên serhildanê Xalis Beg di hevpeyvîneke xwe ya ligel rojnameya Vatanê (1953) dîyar dike ku Serhildana Agiriyê bi zordestî û êrişên li hemberî malbata Biroyê Heskê Têlî dest pê kiriye.[5] Peyvên here besindar di derbarê Biroyê Heskê Têlî de ji aliyê fermandarê Serhildana Agiriyê Îhsan Nurî Paşa de hatine gotin: “Tevî erişên mezin dijmin nikaribû Biroyê Heskê Têlî ji cîhê xwe bilivîne. Tenê û tenê ecel dikaribû dengê tifinga Biro bide birînê”.[6] Rojnamevana îngîlîz Rosîta Forbes ku dema serhildanê li aliyê Îranê bûye Biroyê Heskê Têlî wek “Lehengê Agiriyê” dinavîne û paşê dibêje ku Biro di pevçûnan de karibûye bê zehmet di heman demê de li sê eniyan şer bike.[7] Ronakbîrê ermenî Garo Sasunî di xebateke xwe de dema navên serekên Serhildana Agiriyê dide, wan wiha rêz dike: “Îbrahîm Heskê Têlî Paşa, Îhsan Nurî Paşa û Zîlan Beg”.[8]Garo Sasunî, Biro wek “Şêrê Araratê” dide nasîn.[9] Tekoşîna wî ya ji destpêkê heta dawiya serhildanê (1926-1931), kuştina wî ya bi hovane û nedîyarbûna cîhê gora wî di dawiyê de Biro di nav gel de dike destanekê. Biro ji aliyê helbestvan û nivîskarên kurd de dibe mijara berhemên wek helbest, serpêhatî û romanan, gelek tê girisandin, berz kirin.[10]Helbestvanên kurd yên wek Cegerxwîn û Osman Sebrî mirinê layiqî Biroyê Hesê Têlî nabînin û mirina wî qebûl nakin. Wek mînak Cegerxwîn wiha dengî Biro dike: “Heso Têlî Bîrahîm Beg tu rabe / Li zozanê Araratê xuya be”.[11]Osman Sebrî jî di serpêhatîyeke xwe de jineke kurd li ser gora Biro dide axaftin: “Rabe bilive gor ne cîhê te ye”.[12]Biroyê Heskê Têlî dibe mijara romaneke nivîskarê kurd Yilmaz Çamlibel jî.[13] Di derbarê jîyana Biroyê Heskê Telî de agahiyên me bi sînorkirî ne. Malbata Biroyê Heskê Têlî ji milekîeşîra Celaliyanbi navê Hesesorî tê. Ji gundê Çiftlikê hatiye dinê ku di nav sînorê bajarê Bazîdê de dimîne. Newiyê wî Cevdet Çokdil di hevpeyvînekê de dîyar dike ku ji malbata wan kesên mayî piştî binketina Serhildana Agiriyê bi derxistina qanûneke sirgûnê di sala 1932an de bi darê zorê diçin Rojavayê Tirkiyê, li bajarê Denizliyê dijîn: “Qasî 15 salan em li Denizliyê man. Ez li wir hatime dinê. Em li wir wek bendeyan (esîr) dijîyan”. Cevdet Çokdil gotinên xwe paşê wiha bi dawî tîne: “Giyanê (rûh) Biroyê Heskê Têlî niha li Çîyayê Agiriyê dijî. Ev çirûskek bû. Ew çirûsk bû agir”.[14]

 

[1] Rohat Alakom, Xoybûn Örgütü ve Ağrı Ayaklanması,Avesta Yayınları, 2011, rûp.123-129.

[2]Di nota wêne deev nava wek “Zeynal Bey”derbas dibe.

[3] General Ihsan Nouri Pasha, La Revolte de L’Agri Dagh, 1986, rûp.34.

[4] Garo Sasuni, Kürt Ulusal Hareketleri-Ermeni Kürt İlişkileri, çev. Bedros Zartaryan, Memo Yetkin, 1986, Orfeus, rûp.200 ve rûp.244.

[5] Ağrı İsyanı Nasıl Çıktı?, Vatan Gazetesinin Memleket İlaveleri (Ağrı İlavesi), 21/1 1953.

[6] İhsan Nuri, Ağrı Dağı İsyanı, 1992, Med Yayınları, rûp.91.

[7] Rosita Forbes, Kvinnor som kallas vilda, 1934, rûp.105-124.

[8] Garo Sasuni, rûp.200.

[9] Garo Sasuni, rûp.200.

[10]Rohat Alakom,  Di Kovara Hawarê de Serhildana Agiriyê, Malpera Riya Teze (7/12 2018).

[11] Cegerxwîn, Şehnama Şehîdan, Hawar, nr 19/1933.

[12] Osman Sebri, Agrî,Hawar, nr 36/1941.

[13] Yılmaz Çamlıbel, Biro-Romana Serhildana Agiriyê, Weşanên Deng, 2000.

[14] Berzan Güneş, Biroyê Heskê Têlî’nin Hikayesi. Özgür Politika, 28/9 2018.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin