Welatperwerê Kurd Cemal Bûdak bi merasîmekê bi axê hate sipartin

Welatperwerê Kurd Cemal Bûdak bi merasîmekê bi axê hate sipartin

Welatperwerê kurd, Dr. Cemal Bûdak ê ku roja 29ê Mijdarê li Firansayê ji ber şewba coronayê jîyana xwe ji dest dabû, bi merasîmeke girseyî, li Amedê bi axê hate sipartin.

A+A-

Piştî cenazeya Dr. Cemal Bûdak gihişte Amedê, ji balafirgeha Amedê bo Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê Gazî Yaşargîl hate veguhastin û ji wir jî, bo goristana Amedê hate veguhastin.

Digel şewba koronayê û qedexeyê jî, bi sedan heval û hezkirîyên wî, di merasîmê da amade bûn. Digel malbata Bûdakî, endam û rêvebirên Partîya Azadîya Kurdistanê; Eyûb Alacabeg, Hanîfî Tûran, Şerîf Karakurt, Şêxmus Dîp, Talîp Sana, İsmaîl Ediş, Faîz Eşîn, Mehmet Bîlen, Mustafa Kalhan, M. Alî Yilmaz, Azîz Ozdemîr û Abdurahman Înal, Husnu Onuk û gelek dostên PAKê jî beşdarî merasîmê bûn. 

 Mezelê xwedêjêrazî Dr. CEMAL Budak bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.

Rêvebirên PAKê li ser navê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û PAK FRANSAyê Çelengên destegulan danîn ser mezelê  Dr. CEMAL Budak.

Piştî merasîma olî û terqîna mela, li ser gora rehmetîyê Cemal Bûdakî, berdevkê PAKê Hanîfî Turan, li ser navê Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Ozçelîk û PAKê axaftineke pir bi hestîyar kir û wisa got:

“Ew çand û dîroka Farqînê ku bandoreke xurt li ser însanan kirîye ku alîyê kurdewarîyê xurt kirîye, yek ji wan jî Dr. Cemal Budak bixwe bû ku ji wê çandê tê. Ji malbateke welatperwer dihat û Cemal mirovekî rast, dilsoz û fedakar û jîr bû. Piştî xwendina xwe qedand, xest were welatê xwe û kar bo miletê xwe bike lê ji ber zexmên dewletê dîsa koç kir û çû Ewropayê. Cemal heta îro di rêya doza miletê xwe de meşîya. Cemal wê bibe mêvanê bavê xwe Mele Silêman û hersê şehîdên birayên xwe Mistefa, İhsan Medenî… Wê bibe mêvanê Şêyh Seîdê Kal, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî, Qazî Mihemed, Qasimlo û Mele Mistefa Barzanî. Ew ê jê bipirsin ka hal û ehwalê welatê me çi ye? Wê bibêje li Başûrê welêt kurd dewleteke federe ava kirine. Li Rojavayê welêt ber bi statuyekê ve dimeşin lê li Rojhilat û Bakurê welêt, gelê me hê jî di bin zilm û zelaleta dijmin de dinale. Li Bakur, piştî şerê xendekan şikestinek çêbû, bêdengîyek lê ye. Lê ez bawer im ew ê bibêje ev alaya Kurdistanê li çîya û banîyên Bakurê Kurdistanê jî wê li ba bibe.”

Henîfî Tûran, di berdewamîya axaftina xwe da got: “Ez jî bawer im, ew alaya Kurdistanê ku Cemal Bûdak li Parîsê di xwepêşandanan de bilind dikir, wê li welêt jî li ba bide. Bila serê hevalê me Dr. Zekî, malbata wî û Kurdistanê sax be. Cihê wî buhişt be. Bila dijmin bizane, doza ku Cemal Bûdak dikir, wê her berdewam be. Wekî helbestavanêkî digot “Kurd ji mirinê mezintir in.” Bijî kurd û Kurdistan."

1a-002.jpg2-130.jpg3-123.jpg4-095.jpg5-077.jpg7-043.jpg8-034.jpg9-038.jpg10-030.jpgmust-ozc.jpgpak-france-celeng.jpgozclik.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin