Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay: Peymana Lozanê Ji Bo Miletê Kurd Nemeşrû Ye

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay: Peymana Lozanê Ji Bo Miletê Kurd Nemeşrû Ye

.

A+A-

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay ya Di Semînera Li Wanê Roja 24.07.2026ê De Li Dar Ket

Peymana Lozanê Ji Bo Miletê Kurd Nemeşrû Ye

Hevalên Hêja, Kurdistanîyên Ezîz!

Bi silavên germ xêrhatina we dikim!

Îro salvegera sed ûs ê salîya Peymana Lozanê ye. Wek tê zanîn ev peyman di bin navê “Ji bo Rojhelata Nêz Konferansa Lozanê” di 24ê tirmeha 1923an de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbera nûnerên Hukûmeta Meclîsa Enqereyê û Dewletên Îtilafê de hate îmzekirin. Dewletên Îtîlafê ev bûn: Îngîltere, Fransa, Îtalya, Japonya, Yunanîstan, Romanya, Qiralîyeta Sirp-Hirvat-Sloven. Lê Peymana Lozanê de dewletên tayînker ev in: Îngîltere, Fransa û Îtalya.

Pir bi hêsanî dikarim bêjim ku di serdema sedsala 20an de li tevaya dinyayê peymanek weha bêdadwer, kolonyalîst û emperyalîst pêk nehatîye. Ev peyman ji bo kurdan ne meşrû ye, lewra ev peyman derveyî îrade, vîn û hestên neteweya Kurd pêk hatîye. Berî her tiştî miletê Kurd di vê peymanê de bi tu awayî nehatîye temsîlkirin. Daxwazên miletê Kurd di rojeva vê peymanê de cîh negirtine. Dewlet, milet, dezgeh û takekesên ku ji miletê Kurd daxwaza naskirina vê peymanê dikin, gelo li gor kîjan dadwerîyê, sîyasetê, exlaqê, îdeolojîyê, felsefeyê û bawerîyê vê daxwazê dikin? Lewra Peymana Lozanê pîvan, nirx û rûmeta mirovahîyê binpê kirîye, heysîyeta miletê Kurd binpê kirîye û wek ku miletê Kurd tine be, biryar daye.

Peymana Lozanê bi dabeşkirina miletê Kurd û bi perçekirina welatê wî Kurdistanê va îradeya wî nas nekirîye û heysîyeta wî binpê kirîye. Lê belê, miletê Kurd ji bo li rûmeta xwe xwedî derkeve, her li dijî encamên vê peymanê rawestîyaye û dê her tim rawest e!

Dost û hevalên hêja!

Peymana Lozanê, berdewam û encama çend bûyer û peymanên navneteweyî û Şerê Cîhanî yê Yekem e. Di lîteratura tevgera Kurdistanî de, bêtir encamên Peymana Lozanê wek sedemên perçekirina Kurdistanê bilêv dibin. Bêgûman encamên Peymana Lozanê biryardêr in. Lê pêwîste em bi kurteşîroveyekê mijara Peymana Sevrê ya ku qet nehatibû bicîhanîn jî bînin zimên.

Bi bawerîya min, herçiqas herdu Peyman jî nehatibin bicîh anîn jî wek çar perçeyan perçekirina Kurdistanê bi Peymana Sykes Picot û paşê bi Peymana Sevrê va dikeve rojeva hêzên navneteweyî. Di Peymana Sykes Picot ê de, qet behsa kurdan û mafên wan nayê kirin. Lê di Peymana Sevrê çiqasî kêm be jî, li ser beşekî biçûk yê xaka Kurdistanê de statuya desthilatdarîyeke kurdistanî hatîye qebûl kirin. Rast e ku bêtirîn xaka Kurdistanê li derveyî vê desthilatdarîyê dihêle. Pêwîste em vê rastîyê bibînin. Lê her weha Peymana Sevrê yekemîn peymanek navneteweyî ye ku kurd bixwe jî ta radeyekê têde hatine temsîlkirin. Bêgûman temsîlîyeta miletê Kurd di pêvajoya peymanê de girîng e. Her weha yekemîn peymanek navneteweyî ye ku di serdema sedsala 20an de kurd wek milet hatîye qebûl kirin. Peymana Sevrê, her çiqasî biryar radestî Cemîyeta Miletan kiribe jî, mafê çarenûsyê ji beşeke miletê Kurd re rewa dîtîye.

Peymana Lozanê, Peymana Sevrê ji rojeva hêzên cîhanî derxistîye û bêwate kirîye. Hêzên cîhanî û Dewletên Îtîlafê yên ku Peymana Lozanê îmzekirine, ku çendek ji wan Peymana Sevrê jî îmze kiribûn, mixabin wan bixwe biryara xwe binpê kirine û bi peymanek navdewletî ku bêyî îradeya beşdarên Peymana Sevrê, wek nimûne îradeya kurd û ermenîyan, ew peyman ji holê rakirine. Ev helwest û tevgera Dewletên Îtîlafê bêşik dijî prensîbên pêkanîna peymanên navneteweyî ne. Ji ber van sedeman jî em bi hêsanî dikarin bêjin ku Peymana Lozanê ji huqûqa gerdûnî û ji huqûqa mafê mirovan bêpar e û rasterast destdirêjîya mafên miletê Kurd yên netewî, demokratîk û însanî kirîye. Van dewletan prensîbên xwe yên di destûr û huqûqa xwe de qebûl kirine jî binpê kirine û li derveyî parastina rûmeta biryarên xwe tevgerîyane.

Tekoşîna miletê Kurd ya dijî encamên Peymana Lozanê, tekoşînek dadwer û rewa ye. Miletê Kurd biryara xwe daye û dê ti carî encamên vê peymanê nepejirîn e. Lewra Miletê Kurd di nava vî sedsalî de yek rojê jî ev peyman ne pejirandîye. Her çiqasî miletê Kurd û îradeya wî ya sîyasî dijî encamên Peymana Lozanê rasterast enîyek sîyasî ya her çar perçeyan ava nekiribin jî, bi daxwazên xwe yên sîyasî, bi serhildanên xwe yên neteweyî, bi avakirina partî û tevgerên xwe yên kurdistanî û bi helwesta xwe ya neteweyî li dijî biryar, kiryar û encamên vê peymanê rawestîya ye û bedêlên mezin daye. Bêgûman destkeftîyên kurdan yên vî sedsalî mixabin bersîva bedêlên miletê Kurd nade. Lewra li dinyayê tu miletan bi qasî kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî di pêvajoyek weha dirêj û bêrawestan de bedêlên weha mezin û giran nedane.

Kurd bi pêkhateyên xwe va, di vê pêvajoyê de, di tekoşîn û şerê dijî encamên Peymana Lozanê de bi jenosîd û komkujîyan ve rû bi rû mane. Bi sedhezaran kurdan jîyana xwe ji dest dan. Bi milyonan Kurd bi darê zorê koçber bûne. Bi milyonan kurd ji ziman û nasnameya xwe bêpar û bidûrketî mane, hejmarek zêde bûne bîyanîyên şiûra neteweya xwe. Sedemên bingehîn yên van bobelat û malwêranîya civata Kurdistanê bêgûman encamên Peymana Lozanê bixwe ne.

Peymana Lozanê midaxeleyek prosesa netewayetîya kurdan bixwe ye. Sedsala 20an pêvajoya rûxandina hinek împaratorîyan e. Her weha sedsala 20an sedsala avakirina gelek netew-dewleta ye. Lê mixabin di vê pêvajoyê de jiber gelek şert û mercên dîrokî ku di jîyana wî de biryardêrin, miletê Kurd nikaribûye dewleta xwe ya netewî ava bikira. Her weha di vê pêvajoyê de Dewletên Îtîlafê nemaze Birîtanya û Fransayê, li Rojhelata Navîn û li cîyên cihêwaz bi çend malbat û eşîran va gelek dewlet ava kirin. Bi avakirina dewletan, miletên nû afirandin. Yek ji wan dewletan jî Dewleta Tirk e. Bi heman helwestê dewletên eşîrên ereban ava kirin. Lê Kurdistan perçe kirin û miletê Kurd jî, ji mafê wî yê rewa bêpar hiştin û dabeş kirin.

Di vê pêvajoyê de helwesta Birîtanya û Fransayê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê balkêş e. Bi bawerîya min pir bi kêfî tevgerîyan e û Bakurê Kurdistanê jî raste rast radestî hêzên Tirkan kirine. Bêgûman ji bo mirov baş têbighêje, şîroveyên dirêj pêwîstin. Lê ez bi kurtî dibêjim. Di vê pêvajoyê de heger em li gel helwesta Birîtanya û Fransayê, helwesta Bolşewîkan jî, ku di avakirina Dewleta Komara Tirk de biryardêr e, behs nekin dê kêmasî be. Lenîn û Partîya Bolşewîk ji bo parastina hudûdên xwe, alîkarîya Mustefa Kemal û hêza Tirk kirîne. Bi vê helwestê li dijî mafê kurdan rawestîyane û bûne alîkar, şirîk û sedema nîzama navneteweyî ya dijî miletê Kurd. Vê helwesta Bolşewîkan bêşik di qada navneteweyî de roleke sereke leyistîye û bûye sedemên bandora neyênî.

Bi lihevkirina navnetewî, Başûrê Kurdistanê di bin mandatîya Birîtanyayê de radestî ereban kirin. Bêyî şik em dikarin bejin ku herçiqas erebên Iraqê ne xwedîyê mefhum û şiûra netewî bûn û ji hêzek û rêxistineke avakirin û îdarekirina dewletekê bêpar bûn. Birîtanyayê ji wan re dewletek ava kir. Lê mixabin Birîtanyayê rê neda ku li Başûrê Kurdistanê netew dewleta kurdan bê ava kirin.

Bi bawerîya min gelek balkêşe ku, di wê demê de Şêx Mahmûdê Berzencî xwe wek Qiralê Kurdistanê îlan dike û mafê kurdan tîne zimên. Lê Birîtanya take kesekî ji malbata Siûdîyan digre û dike Qiralê Iraqê. Herweha ji kurdan jî daxwaz dike ku serokatîya wî qebûl bikin. Bêgûman ev helwestek neyênî bû. Pêwîste Şêx Mahmûd çi bikira? Bê şert û merc helwesta Birîtanyayê qebûl bikira? Ev bixwe cîyê minaqeşê ye. Lewra Birîtanya û Fransayê ji bo ku Sowyet û îdeolojîya wê xurt û berbelav nebe alîkarîya hêzên dagîrker kirin. Herdû dewletan jî wek Bolşewîkan û desthilatdarîya Sowyetê bi peymanên nehênî û eşkere beşê mezin yê Kurdistanê radestî Hêza Mustefa Kemal kirin.

Em dikarin bejin ku di wê serdemê de miletê Kurd ne organîzekirî bû. Helwest û şiûra netewî ne bi hêz bû. Yekgirtineke sîyasî pêk nehatibû û kurd di daxwazên xwe de ne zelal bûn. Di vê pêvajoyê de miletê Kurd her çiqasî ne wek miletekî serdemî bi daxwazên xwe yên neteweyî ku teqabulî avakirina dewleteke serbixwe dike, xwe bi rêxistin nekiribe jî, li dijî neheqî û bêdadwerîya dewlet û hêzên dagîrker her demê serî hildaye.

Hevalên hêja!

Pêwîste ku bê gotin. Heger Birîtanya û Fransayê bixwestana dikarîbû ku Kurdistana serbixwe bihata avakirin. Kesek nikare îddîa bike ku erebên Iraq û Surîyeyê ji aliyê hişmendîya miletbûnê û bi organizasyona xwe ji kurdan pêşdetir bûn. Birîtanya her çiqasî ereban perçe kiribe jî, ji Ereban re çend dewlet avakirîye. Bi prosesek nêzî pêvajoya Iraqê, li Sûrîyê jî heman sîyaset bi destê Fransayê cîbicî bû. Kurd li Rojavayê Kurdistanê wek hejmar kêm bin jî, di qada sîyaset û netewayetîyê de wê demê de pêşde bûn. Lê mixabin Fransayê ereb û tirk tercîh kirin. Bêdadwerî û neheqîya li miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê hatîye kirin ne tenê ya dewletên dagîrker e, her weha gunehkarîya mezin ya Dewletên Îtîlafê ne ku Peymana Lozanê îmze kirine û daxwazên kurdan jî piştguh kirine.

Peymana Lozanê miletê Kurd perçe û dabeş kirîye. Berîya vê peymanê, wek tê zanîn di 17ê gulana 1639an de, bi peymana Qesrî Şîrîn ya ku di navbeyna Osmanî û Safewîyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du perçe. Beşê mezin yê Kurdistanê di bin desthilatdarîya Osmanîyan de ma. Peymana Lozanê ku dubare Kurdistanê perçe kirîye wek teyîdkirina Peymana Qesrî Şîrîn bixwe ye jî. Miletê Kurd, xaka wî, welatê wî Kurdistan, eşîrên Kurdan, malbatên Kurdan vê carê bi Peymana Lozanê va bûne 4 perçe. Dabeşbûna Kurdistanê di pêşîya pêwendîyên miletê Kurd de bûye astengeka sereke. Encamên peymanê bûne egera perçekirina Kurdistanê, bi perçekirinê va pêwendîyên eşîrî, malbatî, merivantî yên di navbera perçeyên Kurdistanê de ji holê rakirîye. Hudûdên ku derveyî îradeya miletê Kurd hatîye xêzkirin, ji alîyê miletê Kurd va nehatîye pejirandin. Li ser van hudûdên nemeşrû yên Kurdistan perçe kirine bi hezaran ewladên kurd jîyana xwe ji dest dane. Lê encamên peymanê ne karîye bi tevayî pêwendîyên miletê Kurd ji holê rakin. Her çiqasî pêwendîyên miletê Kurd domandibe jî, dîsanê dabeşkirina Kurdistanê bûye sedemê ku miletê Kurd di vî sedsalî de ji alîyê sîyasî, çandî, aborî û zimanî ve dûrî hev bikeve. Encamên peymanê rasterast êrîşî mefhûmên şiûra miletbûyinê ye. Di nava beşên Kurdistanê de astengên cografî, sîyasî, çandî û hwd din dijî miletbûnê afirandîye.

Mejîyê Kurdan dagîr kirîye, pêwajoya miletbûna Kurdan û helwesta yekgirtina neteweyî jar kirîye. Encamên Peymana Lozanê li miletê Kurd neheqî, bêdadwerî û çewtîyek sîyasî û dîrokî ya navdewletî ye.

Ji bo ku Peymana Lozanê peymanek navneteweyî ye û li gor huqûq û prensîbên navneteweyî şîrove dibe, divê neheqîyên li miletê Kurd hatîne, bi heman huqûq û prensîbên navneteweyî ji holê rabin. Di vê çerçeweyê de, di qada dîaspora kurdistanî de, pêwîstî bi yekgirtinek bi hêz heye. Diaspora kurdistanî divê ji sîyaseta partîtîyê bidûrketîbe û bi dîplomasîyek ku Kurdistanê yek welat û kurdan jî yek milet dibîne tevbigere. Pêwîste dîaspora kurdistanî bi koordînasyoneke sîyasî û lobîyek netewî di çerçeweya huqûqa navneteweyî de helwestên dewletbûna Kurdistanê wek stratejîyek netewî/kurdistanî di qada navneteweyî de zindî bihile.

Di pêvajoya tekoşîna neteweyî ya sedsalan û nemaze di pêvajoya serdema vî sedsalê dawîn de bidestxistin û derfeta sereke, bêşik ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê û encamên referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ye. Di serî de desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê mesûlê parastina destkeftîyên federe û zindîhiştina encamên referandûmê ye.

Peymana Lozanê di dîroka kurd û Kurdîstanê de çiqasî peymanek nehênî ya tinekirina miletê Kurd be, berevajî wê, ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê û Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê jî destkeftin û dîyardeyek dîrokî, encamek rewa û hişmendîyek neteweyî ye.

Her weha mesûlîyeta tevgera kurdistanî û rêxistina dîaspora kurdistanî, ji mesûlîyeta desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê ne kêmtir e. Ji bo ji holê rakirina encamên Peymana Lozanê zindîhiştin û tekoşîna ji bo cîbicîkirina encamên Referandûma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê û lêxwedîderketin û pêşdebirina destkeftîyên Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê girîng in.

Sedemên berdewamîya bindestîya miletê Kurd, sedemên êş û azarên bêhesab û bedêlên mezin û egera koçberî û komkujîya miletê Kurd, pêwîste bi palpiştîya tekoşîna miletê Kurd, ji alîyê dewletên ku peymanê îmze kirine ji holê bêne rakirin. Divê birînên miletê Kurd bêne kewandin.

Ew jî di stratejîya azadî û serxwebûna Kurdistanê de alîkarîya sîyasî ya ji bo bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk in. Lewra dîroka vî sedsalî ya miletê Kurd li ser bingeha dabeşkirin û perçekirinê hatîye hunandin. Mixabin ev rewşa wêran hetanî serdema me, ji bilî destkeftîyên Başûrê Kurdistanê dagîrkirina welat û tinekirina miletê Kurd wek stratejîyên dewletên dagîrker domandîye.

Em dikarin bêjin ku ta radeyekê Peymana Lozanê û sîyasetên dewletên mezin jî nakokîyên sîyasî, şerê navxweyî, pirsgirêkên herêmî û perçeyî yên aborî, civakî û zimanî kûrtir û geştir kirîye.

Çi mixabin encamên Peymana Lozanê ji her sê beşên Kurdistanê bêtir bandor li Bakurê Kurdistanê kirîye. Lewra civata Bakurê Kurdistanê raste rast bûye hedefa stratejîk ya tunekirina miletê Kurd ya dewleta dagîrker. Sed sal zêdetir e ku Dewleta Tirk, bi hemî hêz û dezgehên xwe, bi metodên tundrewî, bi qedexeyên li ser ziman û çanda netewî, bi komkujî û koçberîyên bi zor û zordarîyê ve xwestîye milete Kurd ji holê rake.

Hevalên hêja!

Mêvanên birûmet!

Em vê civîna salvegera sed ûs ê salîya Peymana Lozanê wek derfet dibînin ku bi taybetî li vir dixwazin balê bikşînin ser babetek pir girîng.

Îro bi ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê derzeke mezin li Peymana Lozanê ketîye. Pêşhateyên vê dawîyê, rê vedike ku ev derza ku ji Başûrê Kurdistanê ve li Peymana Lozanê ketîye kûrtir bibe berê xwe bide Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî.

Helbete ku Dewleta Tirk, Dewleta Îranê, Hikûmeta Bexdayê û Rêvebirîya Sûrîyeyê jî di ferqa vê rastîyê de ne û vê yekê ji bo xwe wek xeterîyeke mezin dibînin.

Dewleta Tirk, bi sîyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’ dixwaze rê li ber kûrbûn û berfirehbûna derzên ku li Peymana Lozanê ketine bigre.

Dewleta Tirk, bi sîyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror’’ di eslê xwe de dixwaze Peymana Lozanê nû bike, dixwaze bi rê û rêbazên nû, li Bakurê Kurdistanê careke din miletê Kurd tune bihesibîne, rê li ber bidestxistina mafên neteweyî, demokratik yên kolektîf bigre.

Dewleta Tirk, bi sîyaseta ‘’Herêma Bêteror’’, dixwaze li Başûrê Kurdistanê rê li ber geş kirin û pêşde birina destkeftiyên federe bigre; li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê rê li bidestxistina statuyeke neteweyî, cografî, sîyasî bigre.

Mixabin sîyaseta hinek alîyên ku li ser navê kurdan tevdigerin ku behsa entegrasyona demokratik û netewa demokratik dikin jî ji sîyaseta Dewleta Tirk ya ku kurdan û mafên wan ên neteweyî tune dihesibîne rê xweştir dike.

Heger em naxwazin di jîyana miletê Kurd û welatê me Kurdistanê de, Lozanek nû dubare bibe û dîrok tekerur bibe, pêwîste em wek tevgera sîyasî ya neteweyî, kesayet, sîyasetmedar û ronakbîrên Kurd, vê pêvajoya xeternak bibînin û pêdivîyên vê xeternakîyê bicîh bînin. Em giş dizanin ku Bakurê Kurdistanê di pêvajoyek xeternak û dîrokî de derbas dibe.

Îro Dewleta Dagîrker, bi derfeta ku beşê mezin yê Kurdistanê bindest û dagîr kirîye biser nayê, herweha bi xeyal û hêvîyên Neo Osmanîtîyê, dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dagîr bike (ji xwe beşeke wan dagir jî kirîye) û hudûdên Mîsaki Millî cîbicî bike. Neo Osmanîtî ya îro ya dewleta dagîrker di eslê xwe de Kemalîzm e ku senteza Tirk/îslamê ye. Ew bixwe înkar, asîmîle û tinekirinê kirîye hedefa sereke.

Hevalên Hêja!

Pêwîste em ji vê tekoşîna bêdilî azad bibin. Alîyekî kurdan li Bakurê Kurdistanê entegrasyon û Tirkîyeyîbûn kirîye armanca sereke. Lê ew bi vê helwestê tenê biser nayê, ew dixwaze û zorê dide tevgera neteweyî ku di bin ala wê de bicive. Bi vê sîyasetê dixwaze hevkarîya hêzên Kurdistanî ya li ser prensîbên neteweyî ji hev bixe, lawaz bike. Her çiqasî metodên vê hêzê, ji bo me ne helwestek nû be jî, mixabin hinek tevger û partîyên bi navê kurdan tevdigerin avê berra ser aşê vê helwestê didin. Bi helwestên ne di cîh de, meşrutîyetê didin sîyaseta entegrasyon û Tirkîyebûnê.

Li Bakurê Kurdistanê îro ji her deme zêdetir pêdivî bi hişmendîyeke neteweyî û kurdistanî heye. Çawa di dema Peymana Sevrê û Peymana Lozanê de alîyekî miletê Kurd, bi cil û bergên kurdî, bi navê îslamê û bi navê biratîyê dijî mafê dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê li kêleka hêzên dagîrkeran cîh girtibûn, mixabin îro jî hinek rêxistinên bi navê kurdan bi rêxistinî, bi çekdarî, bi îdeolojî û bi xebata sîyasî li her çar beşan, lê bêtir li Bakurê Kurdistanê dijî mafê statuyeke sîyasî, dewletbûn û serxwebûnê, dijî mafê bingehîn ên miletê Kurd radiwestin û dixwazin miletê Kurd entegreyî dewleta dagîrker bikin.

Ji bo malwêranîya civata Bakurê Kurdistanê bidawî bibe û pêşî li helwestên tirkîyeyîbûn û entegrasyonê bêne girtin, pêwîstî û pêdivî bi yekgirtineke sîyasî û hevkarîyek neteweyî heye.

Di vê pêvajoyê de mesûlîyeta tevgera neteweyî/kurdistanî sereke ye. Dijî stratejîya Dewleta Tirkîyeyê ya ‘’Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek ala, yek ziman’’ jî; li dijî sîyaseta ku bi ‘’Cimhûrîyeta demokratik, netewa demokratik, welatê hevbeş, entegrasyona demokratîk, sîstema komunal, hemwelatîya wekhev’’ dixwaze hebûna miletê Kurd û Kurdistanê û mafê li ser axa welatê xwe bi statuyeke neteweyî, coğrafik, sîyasî xwe îdare kirine tune bihesibîne jî pêdivî bi hişmendî û tifaqeke neteweyî û stratejîyek ya kurdistanî heye. Em wek milet tenê bi hişmendî û tifaqa neteweyî dikarin li hember tirkîyeyîbûnê, li hember entegrasyonê û li hember sîyaseta Dewleta Tirk û encamên Paymana Lozanê rawestin û bibin astengê Lozana duwem.

Heval û mêvanên birûmet!

Bi wê munasebetê em wek PWK, di hişmendîya erk û watinîyên xwe yên netewî de ji bo yekgirtina sîyasî û hevkarîya netewî bangî hêzên Kurdistanî dikin ku di demek nêzîk de em erkên xwe bicî bînin.

Em wek PWK hewl didin ku bi mesûlîyeta xwe ya netewî rabin û ji bo yekgirtin û hevkarîya Kurdistanî em amade ne her fedakarîyekê bikin, çi bê ser milên me em bicîh bînin. Her çiqasî dê nexwazin îro dengên me bibihîsin jî, em bangî Netewên Yekbûyî, Yekîtîya Ewropa, Yekîtîya Hêzên Hevpeyman, Konferansa Îslamê, Serokatîya Vatîkanê û hêz û dezgehên mafên mirovan dikin ku, ji bo ji holê rakirina encamên Peymana Lozanê ji tekoşîna miletê Kurd re bibin alîkar. Her weha li dijî neheqî û bêdadwerîya encamên Peymana Lozanê bêdeng nemînin. Mafê miletê Kurd yê rewa bidestxistina derfeta cîbicîkirina mafê çarenûsîyê ye. Miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê di vê tekoşînê de pêwîstî bi alîkarîya hêzên serdem yên navneteweyî û demokratîk heye. Em wek milet ku mafê çarenûsîya xwe bidest nexin, em dê biberdewamî encamên bê dadwer yên Peymana Lozanê qebûl nekin û dijî encamên dagîrkirina welatê xwe û emê li dijî bicîkirina Lozaneke nû têbikoşin.

Miletê Kurd heta îro tu carî Peymana Lozanê qebûl nekirîye û îro jî qebûl nake!

Serketin dê her jibo miletê Kurd be!

Dubare silav û rêz ji bo beşdarî û sebra we!

Bijî Kurd û bijî Kurdistan!

Mehmet Can Azbay

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin