WAN/ Qeyûman bi milyonan pere xwarine

WAN/ Qeyûman bi milyonan pere xwarine

Hevşaredara Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan: "Qeyûm 1 milyar û 108 milyon, 556 hezar deyn li pey xwe hiştiye." 

A+A-

Hevserokên Giştî yên HDPyê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kir û hevşaredar pîroz kirin.

Di serdanê da hevserokan li ber şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê.

Ewil Hevşaredara Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û got: "Qeyûm 1 milyar û 108 milyon, 556 hezar deyn li pey xwe hiştiye." 

Temellî jî, têkildarî talan û deynên qeyûman jî axivî û wiha got: ''Tiştekî ku em veşêrin tine. Şaredarên me yên dema bihurî girtî ne, hûn nikarin sûcê wan ê bi qirûşekî bibînin, dema qeyûm a 29 meh in, dema sûc e. Em careke dî dibêjin, werin dema bihurî kontrol bikin, werin her roj kontrol bikin. Li Wanê milyarek û 108 milyon TL deyn li pey xwe hiştin. Li Amedê tonek û 600 kîlo qedayîf xwarin e. Li Mêrdînê jî 2 milyon TL çerez xwarine. Li van deran bi milyaran pere xwarine. Ne helalbe û kerafî ve li we."

(MA)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin