Vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê

Vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yê Tirkiyeyê da vê hefteyê yek jê xwemalî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.

A+A-

Di salonên sînemayê yê Tirkiyeyê da vê hefteyê yek jê xwemalî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Fîlma "Zemanekî li Hollywoodê" ku Quentin Tarantino derhênerê wê ye, qala Los Angelesa sala 1969an dike.

Leonardo DiCaprio, Brad Pitt, Margot Robbie û Luke Perry tê da dileyîzin û cureya wê dram komedî ye.

 "Pengûenên Rengîn: Kewşên Fezayê"

Di fîlma "Pengûenên Rengîn: Kewşên Fezayê" da pengûen di nav tebeqeya cemedê ya ku dişkê da dimînin û du lêkolîner jî ji bo ku wan xelas bikin tên wezîfedarkirin.

Derhênerê fîlmê Evan Tramel e û cureya fîlmî anîmasyon e. Kj Schrock û Sarah Taylor jî pêş lehengan va diaxivin.

"Di Serî da Bide Destpêkirin"

Derhênerê vê fîlmê jî Berk Alan e û Alper Rende, Kemal Can Parlak, Alparslan Ozmol, Alî Bîçîm, Bîlge Su Işik tê da dileyîzin.

Hasan Karakuş û Atasay Koç senarîstê fîlmê ne û fîlm xwemalî ye. Tê da qala Ussalê ku ji bo ezmûna zanîngehê amade dibe tê kirin, lê rojek ji ezmûnê ra dimîne, bûyerek çêdibe û Ussal hafizeya xwe winda dike.

"Kodnav: Angel"

Cureya fîlmê aksiyon e û tê qala jiyan û kariyera Mike Banning dike ku di êrîşeke esmanî li dijî Serokê Amerîkayê tê kirin û ew jî endamê servîsa veşartî û parêzkarê serok e.

Derhênerê fîlmê Ric Roman Waugh e û di kadroya lîstikvanan a Angel da Gerard Butler, Morgan Freeman, Piper Perabo û Lance Reddick rol hildane.

"Çîrokên Tirsnak"

Cureya fîlmê tirs e û Andre Ovredal derhêneriya wê dike.

Zoe Margaret Colletti, Michael Garza, Gabriel Rush û Dean Norris di fîlmê da dileyîzin.

"Lêgerîna Bavê Ecele"

Derhênerê fîlmê Xavier de Choudens e û tê da bi zimanekî mîzahî qala zor û zehmetiyên ku zarokên penaber ên li Fransayê dijîn dike.

Cureya fîlmê komedî ye û Franck Gastambide, Melisa Sozen, Guillaume Tranchant û Camille Lollouche tê da dileyîzin.

"Wehşeta Online"

Bi sepanekê va komek ciwan li ber milyonan însanî rastî êşkenceyê tên û qala çîroka wan tê kirin. Cureya wê tirs e û Marc Martinez derhêneriya fîlmê dike.

Fîlm li Spaniyayê hatiye çêkirin û Daniel Horvath, Julia Molins, Joe Manjon û Alex Maruny tê da dileyîzin.

 "Lîstika Mirinê: Qurbana Dawîn" (The Luring)

Cureya fîlmê tirs û rageşî ye û tê da qala kesekî ku her tişt ji bîrê çûye, dike.

Christopher Wells derhêneriya fîlmê dike û Jake Katzman, Henry Gagliardi, Alex Emanuel tê da dileyîzin.

"Heywanên Jurassicê"

Derhêneriya fîlmê Jason Wright dike. Cureya fîlmê anîmasyon e û pêş lehengan va Joachim Cruise, Ingrid West, Pony Frenzel, Luka Pilar û Sam Pitt diaxivin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin