Vê hefteyê 8 fîlm wê bikevin vîzyonê

Vê hefteyê 8 fîlm wê bikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê vê hefteyê 2 jê xwemalî, 8 fîlm wê bikevin vîzyonê.

A+A-

Di salonên sînemayê vê hefteyê 2 jê xwemalî, 8 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Fîlma "Şêlandina di Bahozê de" ya ku derhênerê wê Mîchael Polîsh e wê derkeve pêşberî sînamehezan.

Cureya fîlmê aksîyon û dram e, serlîstikvanên fîlmê Emîle Hîrsch, Mel Gîbson, Kate Bosworth, Davîd Zayas û Stephanîe Cayo ye.

Di fîlmê da dema bahozeke mezin çêdibe çeteyek jî hewl dide cihekî bişêlîne. Polêsek li ber xwe dide ku merivan biparêze û rê li ber vê şêlandinê bigire.

"Mutantên Nû"

Derhênerê filma "Mutantên Nû" Josh Boone ye.

Lîstikvanên fîlmê jî Maîsîe Wîllîams, Anya Taylor-Joy, Charlîe Heaton, Alîce Braga û Blu Hunt in.

Di fîlmê da komeke ciwanan bi awayekî travmatîk fêm dikin ku ew bûne mutant û navenda rehabilîtasyonê ya ku ew tê da ne ne cihekî ku ew wisa zen dikin ku cihê rehabilîtasyonê ye.

Derhênerê dîtbarî ya fîlmê Peter Demîng e, cureya wê honakzanist û aksîyon e, çêkerê wê Amerîka ye.

"Akimbo Guns"

Derhênerê filmê Jason Lei Howden, cureya wê jî aksiyon e.

Lîstikvanên fîlmê Danîel Radcliffe, Samara Weaving, Rhys Darby, Ned Dennehy û Natasha Liu Bordizzo ne.

Di fîlmê da merikek li hemberî merivên ne hemtayê wî ne şer dike û paşê hewl dide hezkiriya xwe ya berê xelas bike.

"Ji Hûndirê Tarîtiyê"

Derhênerê filmê Davîd Ryan Keîth, lîstikvanên fîlmê jî Kendra Carelli, Paul Flannery û Mark Wood in.

Cureya fîlmê tirs e.

Di fîlmê da bav û dêya mêrikekî winda dibin, ew hewl dide perdeya raza vê bûyerê veke ka çima winda bûne û serpêhatiyên wê tên vegotin.

"Demeke Dirêj a Berê"

Lîstikvanên fîlmê Esra Bezen Bîlgîn, Onur Dîkmen, Sevînç Erbulak, Serdar Orçîn û Nîhan Okutucu ne.

Derhênerê filmê Cîhan Saglam e, cureya fîlmê jî dram e.

Mêrîkekî ku demeke bi jina xwe ra pirsgirêkan dijî jina xwe dike şikê ku ew bi yekî dinê ra ye. Di fîlmê da behsa mêrik û serpêhatiyên wî tên kirin.

"Ceribandin"

Derhênerê filmê Bîrol Kurt e.

Lîstikvanên fîlmê Selçuk Kiliç, Serdar Yildirim, Ercument Fîdan, Buşra Acar û Emel Genç in.

Di fîlmê da Albayekî Ûris ê bi navê Vladîmîr nikare li Rûsyayê ceribandineke bitalûke çêbike û dixwazê vê ceribandinê li Tirkiyeyê bike.

"Hadê Em Herin"

Derhênerê filmê Dan Scanlon e, cureya wê jî anîmasyon e.

Du birayên dixwazin hîn bibin ka li ser rûyê dinyayê raz heye an na li dû vê rêyê dikevin.

"Break the Silence: The Movie"

Ji bilî van fîlman belgefîlma bi navê "Break the Silence: The Movie" jî wê derkeve pêşberî sînemahezan.

Di belgefîlmê da behsa turneya endamên koma K-Popê ya BTSyê tê kirin. (FD)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin