Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Ûsivkê Çelebî û Strana Şerefo Were Kumê Xwe!

A+A-

Konê Reş

Di 1923an de piştî damezirandina komara Kemalî li Tirkiyê, bi tundî şerê kurdan li Bakurî Kurdistanê hat kirin.. Nexasim piştî bidarvekirina Şêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Şêx, Axa û rewşenbîrên Kurd di sala 1925an de.. Di sala 1935an de da Kemalîstan bi rengekî gurtir berê xwe dane kurdan û bi rêk û pêk xestin kesayetiya mirovên kurd li Bakurî Kurdistanê bikujin û nema bikin; yek ji wan pilanan qedexekirina zimanê Kurdî û cil û bergên kurmancî bû.. Her ku cendirmeyên Tirko yekî Kurd bi cil û bergên Kurmancî didîtin, cilên wî diqetandin û ew ceze dikirin..

Wek ku diyar e kum û kolozên ku Kurd didin serê xwe sembola gelê Kurd e di nav gelên cîhanê de.. Kelamîsta ew kum û koloz jî qedexekirin.. Li çiyayê Omeriyan ev çîroka Şerefo û hevalê wî rûdaye.. dengbêjên Omeryan jî ev rûdaw kirine stran û di ber govend û dîlanê re gotine.. Di serê wan dengbêjên ku ev stran di ber reqsa kurmancî de gotine Ûsivkê Çelebî ye.. Min gotinên vê stranê, di roja 12/01/2021ê li bajarê Qamişlo, ji devê (Şefîqê Tembûrvan) ku, wek şagirtekî Ûsivkê Çelebî tê naskirin, girtiye. Xuya ye, di wî heyamî de gelê Kurd bi vê stranê re, kiryarên Tirko protesto dikir.. Di encam de xweş bersiv bû ji wan Kemalistan re û bervedêrî bû di ber hebûn û reseniya gelê kurd de.

k-004.jpg

Wêne/1: Ez û Şefîqê Tembûrvan di ahenga xelatkirina rehmetiyê Seîd Yûsiv de ji rex rayoya Arta F.M li bajarê Amûdê havîna 2019an.

138077122-3816326468389702-1383250006204080932-n.jpg

Wêne/2: Ez û Şefîqê Tembûrvan li ber pêkerê Seydayê Cegerxwîn di parka xwendinê li Qamişlo roja 12/1/2021.

Fermo eve deqa stranê:

Şerefo, were kumê xwe!

Kumê Şeref tiftik e

Avêt bin dara Benik e

Hefza kumê xwe bike

Şerefo, were kumê xwe!

Kurdo! Were kumê xwe!

 

Şerefo, were kumê xwe!

Kumê hevalê min e.

Avêt bin dara Bendikê

Kum qetandin bi kêrikê

Kum avêtin Dêrikê

Şerefo, were kumê xwe!

 

Şerefdînê bi bî ye

Kumê Şeref hirî ye

Bi Quranê sûnd xwariye

Ev kum ne kumê wî ye

Kumê hevalê wî ye

Şerefo, were kumê xwe!

 

Şerefdînê bi genim e

Sûnd xwariye bi Êlim e

Ev kum ne kumê min e

Kumê hevalê min e

Şerefo, were kumê xwe!

Kurdo! Were kumê xwe!

 

Şerefdînê bi av e

Kumê Şeref kulav e

Avêt bin dara Benav e

Kum kulav e, min navê

Ev kum ne kumê min e

Kumê hevalê min e.

 

Şerefdînê bi ce ye

Min sûnd xwarî bi welle ye

Kum bixwe, kumê te ye

Şeref were kumê xwe..!

Kurdo! Were kumê xwe!

 

Silêbînê bi av e,

Siwar û peya da navê,

Şeref lawê Eyşikê,

Kum qetandin bi şilfikê,

Avêtin qeza Dêrikê ye,

Kurdo! Were kumê xwe!

Önceki ve Sonraki Yazılar