UNIVDER: Biryarên Komîsyona Rewşa Awarte ne hiqûqî ne

UNIVDER: Biryarên Komîsyona Rewşa Awarte ne hiqûqî ne

.

A+A-

Komeleya Dersdarên Zanîngehan gotiye ku biryarên Komîsyona Rewşa Awarte yên derbarê akademîsyenan de “aşkere ye ku siyasî ye”.

Komeleya Dersdarên Zanîngehan (UNIVDER) ji ber ku Komîsyona Rewşa Awarte, di nava mehekê de serlêdanên nêzîkî 90 Akademîsyenên Aştîxwaz qebûl nekir, daxuyaniyek weşandiye.

Komeleyê diyar kiriye ku biryarên Komîsyona Rewşa Awarte ne hiqûqî ne. Di daxuyaniyê de gotiye ku bi van biryaran re pêvajoyê dirêj dikin û bi vî rengî akademîsyenan ceza dikin.

UNIVDERê di heman daxuyaniyê de biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bibîr xistiye ku di Tîrmeha 2019an de ji bo belavoka Akademîsyenên Aştîxwaz gotibû ku ew belavok azadiya xweîfadekirinê ye. Piştî vê biryarê hemû Akademîsyenên Aştîxwaz beraet kiribûn.

Komeleyê wiha gotiye:

  • Komîsyona Rewşa Awarte di biryarên xwe yên redkirinê de, îmzekirina belavoka bi navê “Em ê nebin şirîkê vî sûcî” weke sûce nîşan daye û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn û biryarên beraetkirinê yên Dadgehên Cezakirinan ji nedîtî ve hatiye.
  • Komîsyonê, ixrackirinên Akademîsyenên Aştîxwaz ên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de pêk hatine, dixwaze rewa bike û bi biryarên xwe yên redkirinê, xwe dixe şûna dadgehan.
  • Aşkere ye ku biryarên redkirinê yên Komîsyona Rewşa Awarte siyasî ne. Bi van biryaran dixwazin têkoşîna Akademîsyenên Aştîxwaz a ji bo vegera karî asteng bikin û pêvajoya hiqûqê dirêj bikin.
  • Em bi navê Komeleya Dersdarên Zangîngehan dixwazin Akademîsyenên Aştîxwaz, ên bi KHKyan ixrac bûne, vegerin ser karên xwe û em ê bi berdewamî piştgiriya têkoşîna Akademîsyenên Aştîxwaz bikin.

Akademîsyenên Aştîxwaz

10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin.  Paşê jimara beşdaran bûbû 2212Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin.  Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh;  akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.

Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.

Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin