TUSÎAD: Eger gavên tên avêtin rast bin, çima enflasyon bilind dibe

TUSÎAD: Eger gavên tên avêtin rast bin, çima enflasyon bilind dibe

.

A+A-

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSÎAD) Simone Kaslowski got: “Bi rastî em di tekoşîna li dijî enflasyonê de gavên rast davêjin? Eger ev gavên rast bin, çima enflasyon bi tundî bilind dibe.”

Foruma Lêkolîna Aboriyê ya ji aliyê TUSÎAD û Zanîngeha Koçê ve hatiye avakirin bi awayekî online panela “Di 2022an de Aboriya Tirkiyê” kirin.

Serokê TUSÎADê Kaslowski di panelê de amaje bi modela aboriyê ya nû li Tirkiyê kir û got: “Em wek welat dema bi mijarên rojane û heftane re mijûl dibin, pêwîst e em rewşa global jî li ber çavan bigirin. Cîhan ji nû ve rîskeke enflasyonê ya girîng re rûbirû ye. Em di heyameke wiha re derbas dibin, ku ne welatê me û ne jî aboriya gerdûnî pêwîst e rîska enflasyonê biçûk nebînin.”

Simone Kaslowski got: “Li welatê me jî rêjeya enflasyona bilind a vê hefteyê hat eşkerekirin, bi awayekî zelal derxist holê, ku divê em gevên tên avêtin di ber çavan re derbas bikin. Bi rastî em di tekoşîna li dijî enflasyonê de gavên rast davêjin? Eger ev gavên rast bin, çima enflasyon bi tundî bilind dibe. Erê, dema em îro dinêrin hinardeya me ya sala 2021ê bi rêjeyeke gelekî bilind, 225 milyar dolar bûye. Di sala par de li gor rewşa heyî aboriya me %10an zêdetir mezin bûye. Lê dema em li pêş xwe dinêrin şertên heyî, çiqas piştgiriya pêşbînî û rewşa veberhênanê dike? Ev pêvajo dê heta kuderê bê berdewamkirin?”

Kaslowski bal kişand li ser bilindbûna nirxê diravên biyanî li hemberî lîreyên Tirkî û got: “Gelo gavên me demên dawî avêtin, me anî ew cihê me dixwest? Dolarîzasyon bi awayekî berdewam zêde dibe. Gelo dema em berê xwe didin çareseriyên demkî, em rastiya mezin ji ber çavan narevînin? Tevî em faîzan dadixînin, çima faîzên bazarê an faîzên krediyan nakevin? Berovajî bilind dibin.”

TUSÎAD, li Tirkiyê mezintirîn saziya karsazan e, ku dewlemendên herî mezin ên Tirkiyê wek malbatên Sabanci û Koç endamên wê ne û tê texmînkirin giraniya wê di nav aboriya Tirkiyê de ji %70 zêdetir e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin