Trump: Min got divê hinekî li hev xin

Trump: Min got divê hinekî li hev xin

Serokê Amerîka Donald Trump di mîtînga li Teksasê de ser operayona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê axifî.

A+A-


Navenda Nûçeyan- Trump şerê Tirkîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) şiband ‘’du zarokên li baxçeyê dibistanê li hev dixin’’

‘’Min got divê hinekî li hev xin. Divê hûn destûrê bidin ku mîna du zarokan li baxçeyê li hev xin û paşê hûn dê wan ji hev vekin. Çend rojan şer kirin û ew şer têra xwe sert bû.’’ Trump got.

Wî bi bîr xist ku divê peyvajoyê de xwîna Amerîkîyan nerijîyaye û da zanîn ku ew çûne herêma şer û xwestine şer rawestînin.

Trump amaje kir ku bi rêkeftina nû re hêzên Kurdan dê hinekî bi şûnde vekişin.

Serokê Amerîka bi berdewamî dîyar kir ku têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dê bidome û got ku Tirkîyê jî bo têkoşînê amade ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin