Trump gef li Rêxistina Tenduristîya Cihanê xwar

Trump gef li Rêxistina Tenduristîya Cihanê xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger reformên bingehîn pêk neyne, ew dê 30 roj şûnda fonên ku ji bo Rêxistina Tenduristîya Cihanê (WHO) dabîn dikin “bi awayekî mayînde" rawestînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa rawestandina alîkarîyê li Rêkxistina Tendûristîya Cîhanî dixwe.

Donald Trump nameya ku ji Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristîya Cihanê Tedros Adhanom Ghebreyesus re şand, li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

Trump dîyar kir ku Amerîkayê têkoşîna Rêxistina Tenduristîya Cihanê ya dijî Covîd-19ê û peywendîya rêxistinê ya ligel Çînê lêkolîn kir û di encama vê lêkolînê hinek encam bi dest xistin.

Trump destnîşan kir ku RTCyê rewşa li Vuhanê têra xwe lêkolîn nekir û wiha got, "RTCyê guh nedaye nûçeyên belavbûna vîrusê li Vuhanê di berfanbara 2019an da û hê jî di berîya wê da."

Serokê Amerîkayê dibêje: “Di 31ê Kanûnê de peywirdarên Taywanî bi Rêxistina Tenduristîya Cihanê re ketin peywendîyê ku vîrus ji însanan derbasî însanan dibe. Lêbelê WHOyê ev agahîya krîtîk bi beşê din ê dinyayê re parve nekir. Dibe ku sedemên vê yên sîyasî hebûn."

Trump nimûneyên têkoşîna serkeftî yên WHOyê yên dijî vîrusê derbasbûyî rêz kirin û wiha ji Ghebreyesus re dibêje: “Gavên xelet ên ku we û sazîya we di serdema vê pandemîyê de avêtin, li hemû dinyayê bû sedema berdêldayîneke mezin. Yekane rêya li pêşîya WHOyê ew e ku bi rastî jî nîşan bide ku ne girêdayî Çînê ye. WHO di mijara reformê de divê bilez gav bavêje. Dem nîne ku vala were xerckirin. Wekî Serokê Amerîkayê ew yek peywira min e ku we agahdar bikin heger WHO di nava 30 rojan de reformên bingehîn pêk neyne, em dê fonên ku em ji bo we dabîn dikin, bi awayekî mayînde bicemidînin û em dê endametîya xwe ya WHOyê li ber çavan re derbas bikin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin