Trump: Bi General Mazlûm Kobanî re li hev bike.

Trump: Bi General Mazlûm Kobanî re li hev bike.

Naveroka nameya Serokê Amerîkayê Trump a ji bo Serokomarê Tirkîyê, Erdogan aşkere bû ku têde bi tundî hişyarîyê dide wî û daxwaz jê dike, ku bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokrat, General Mazlûm Kobanî re li hev bike.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Trump di vê nameya xwe de ku roja 9ê Cotmeha 2019an û berî destpêkirina êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ji Erdogan re şandîye, ji Erdogan dixwaze ku rêkeftinê li gel HSDê bike, eger na ew dê Tirkîyê bi tundî ceza bike.

Trump ji Erdogan re gotîye: “Bila em rêkeftineke baş bikin, tu naxwazî kuştina bi hezaran kes ji xelkê li stu bigirî û ez jî naxwazin têkşikandina aborîya Tirkîyê bigirim ser milê xwe- tu bixwe jî dizanî ku dikarim û pêştir jî min mînakeke biçûk a bi vî awayî nîşanî te da, dema (sepandina cezayan) ji ber kêysa qeşe Brunsun.”

Serokê Amerîkayê ji Serokomarê Tirkîyê re ragihandîye, ku Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Kobanî amade ye li gel Tirkîyê gotûbêjê bike û hin sazişan bike û daxwaz ji Erdogan dike, ku bi Mazlûm Kobanî re rêkeftinekê bike. Donald Trump wiha dibêje: “General Mazlûm (Kobanî) amade ye bi te re gotûbêjê bike û amade ye hin sazişan jî bike, ku berê bi ti awayî amade nebû bike. Min nameyeke nihênî ya wî li vir danîye, ku her niha gihîşte destê min.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin