TMMOB: Divê DEDAŞ dev ji vê bêhiqûqîyê berde

TMMOB: Divê DEDAŞ dev ji vê bêhiqûqîyê berde

Desteya Kordînasyona TMMOBa Bajêr a Mêrdînê derbarê qûtkirina ceryana li gundên Mêrdînê daxuyanîyek belav kir û ragihand divê DEDAŞ dev ji vê neheqî bêhiqûqîyê berde.

A+A-

Roja pêncşemê Desteya Koordînasyona Odeya Yekîtîya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Bajêr a Mêrdînê derbarê qûtkirina ceryanê ya li nêzî sed gundên ser bi Qoser, Dêrik û Artûklûyê yên Mêrdînê daxuyanî da. Cerîyan ji alîyê şîrketa ceryanê DEDAŞê ve hatîye birîn û ji ber ceryanê gund bêav mane. Daxuyanî li avahîya TMMOBê pêk hat û rêveberên desteyê beşdar bûn. Berdevkê Demê yê TMMOBa Mêrdînê Mehmet Aslan daxuyanî da. Aslan anî ziman ku bêyî ku DEDAŞ li deynê welatîyan binêre ceryana welatîyan qût kirîye û bi birîna ceryanê re mexdûrîyeta welatîyan qat qat zêde dibe.

 Herwiha Aslan da zanîn ku deşta Mêrdînê pêncemîn deşta mezin a  Tirkîyê ye û ji sedî 20 dexl û dan ji vê deştê tê hilberandin. Aslan got li deştê 7 hezar bîrên avê yên kûr hene û 14 hezar malbat bi cotkarîyê re mijûl e û vê qûtkirina ceryanê bandorek neyînî li ser 100 hezar welatî kirîye. Aslan dîyar kir ku ew bang li DEDAŞê dikin û got: “Demildest dev ji vê xeletîya xwe berdin û bila gavek berîya gavekê mexdûrîyeta welatîyan ji holê were rakirin. Dev ji vê neheqî û bêhiqûqîyê berdin. “

Hêjayî gotinê ye zêdetir ji 2 mehane DEDAŞê bi bahaneya pereyên ceyranê ava cotkar û gundîyên navçeyên qut kirîye û bi hezaran cotkar û xelk mexdûr bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin