Tirkîye û Îran sînorên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin

Tirkîye û Îran sînorên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin

Topxaneyên Îranê gundê Alanê li li sînorê Hacî Omaranê topbaran kir. Herwiha bi firokeyên bêpîlot, heman dever bombebaran kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Herêma Çoman û devera Balekayetî ji alîyê hêzên Îranê ve tê topbaran kirin û firokeyên şer bêpîlot ên artêşa Tirkîyê jî heman hêrêman bombebaran dikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê li sînorê navçeya Soran ragihand ku îro sibê topxaneyên Îranê, hinek deverên ser bi herêma Hacî Omeran a Çomanê topbaran kirin.

Rûdaw da zanîn ku ew topbaran li bilindahîya Girê Marîn û li herêma gundê Alanê bûye û di heman demê de firokeyên Tirkîyê yên bêpîlot jî ew herêm bombebaran kirin.

Mixtarê Gundê Alanê Ebdullah Hûsên jî ji Rûdawê re ragihand ku firokeyên bêpîlot ên artêşa Tirkîyê Girê Beraskanê armanc girtine û ti zîyanên canî nebûne, lê agir bi rûberekî mezin  ê zevîyan ketîye.

Bi gotina Ebdullah Hûsên êrişên Tirkîyê îro Duşemê 16ê Hezîranê saet derdora 09.00 destpê kir.

Piştre saet 11 topxaneyên komara islamî ya Îranê navçeyên Kanî Reş, Kendeşîn, Marîn û Bêşe, Kendeşîn hatine tobarankirin ku li sînorê gundê Alane ne.

Ev navçeyên sinorî ne lê zoma xelkê lê hene û koçer lê dijîn, heta niha zîyanên canî û maddî yên wan êrîşan nehatine zanîn. 

Rêveberê Bajarokê Hacî Omeran Ferzeng Ehemed jî da xuyakirin ku Tirkîyê û Îranê bi hevre dest bi operasyonê kirine li dijî partîyên Kurdî û got ji duh ve êrîş li ser navçeyên sinorî heye.

Ev yekem care ku Tirkîyê li wan navçeyan operasyonên asmanî dike lê berî niha çend caran ji alîyê Komara Îslamî ya Îranê be hatine topbarankirin.

Bilindahîyên Beraskan hevsînor in ligel gundê Zêwke yê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin