Tirkîyê Piştî Kuştina 13 Kesan li Bakûrê Kurdistanê 718 Desteser Kir

Tirkîyê Piştî Kuştina 13 Kesan li Bakûrê Kurdistanê 718 Desteser Kir

.

A+A-

Wezareta Tirkiyê: Rêveberên HDPê jî tê de 718 kes hatin binçavkirin

 Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li 40 bajaran rêveberên HDPê jî di nav de 718 kes hatine binçavkirin.

Di operasyonên dawî yên serdegirtina malan de ku li bajarên bakurê Kurdistanê yên Şirnex, Agirî, Diyarbekir, Riha, Wan, Elezîzê û çend bajarên Tirkiyê pêk hatin de, her kêm 35 kes hatin binçavkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derbarê wan operasyonan de ragihand ku li 40 bajaran rêveberên HDPê jî di nav de 718 kes bi tohmeta PKK/KCK û endamtiya rêxistinê hatine binçavkirin û gelek çek, belgeyên rêxistînî û alavên dijîtal hatine desteserkirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin