Tirkîyê li Rojava dest bi avakirina xalên kontrolê kirîye

Tirkîyê li Rojava dest bi avakirina xalên kontrolê kirîye

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand, artêşa wî welatî li navçeya aram a li ser axa Rojavayê Kurdistanê, rêbend û xalên kontrolê ava dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê li ser twîttera xwe ragihandîye, ji ber teqînan û bi armanca rêgirtin ji êrîşên terîstî, artêşa wî welatî li “navçeya aram” a li Rojavayê Kurditsanê, dest bi avakirina “rêbend û xalên kontrolê” li ser rêyan kirîye.

Li gor vê wezaretê, avakirina van xalên kontrolê li ser rêyan “ji bo parastina xelkê û aramî û îstiqrara herêmê ji teqînan e” û tekezî li wê yekê hatîye kirin, ku ji bo parastina aramîya navçeyê û xelkê wê, ew dê hemû rêkaran pêk bînin.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê, YPG bi encamdana teqînên li navçeyê tometbar kirîye, îddiaya ku YPG bi berdewamî red kirîye.

Tirkîyê di roja 9ê Cotmeha 2019an de êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê kir û herdu bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê û bi dehan gundên derdora wan bajaran xistine jêr kontrola xwe.

Tirkîyê ragihadibû, ku bi armanca avakirina navçeya aram li ser sînorê xwe yê bi Sûrîyê re, operasyona xwe ya bi navê “Kanîya Aştîyê” dest pê kirîye.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin