Tirkiye hêzeke din li hember rojhilatê Firatê bicih dike

Tirkiye hêzeke din li hember rojhilatê Firatê bicih dike

Artêşa Tirkiyê, zêdetir hêz û alavên leşkerî dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û li hember rojhelatê Firatê bicih dike.

A+A-

Artêşa Tirkiyê, zêdetir hêz û alavên leşkerî dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û li hember rojhelatê Firatê bicih dike.

Artêşa Tirkiyê amadekariya operasyona li ser rojhelatê Firatê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, hêz û alavên leşkerî ku hê berê li Hatayê hatibûn bicîhkirin, ber bi Rihayê ve hatin veguhestin.

Hêzên leşkerî û barhilgirên cebilxane tê de bûn, ji navçeya Kirikxana Hatayê ber bi navçeyên li hember rojhelatê Firatê birê ketin. Li gor agahiyan ew hêz dê li ser sînorê Kobanî û Girêsipî werin bicîhkirin.

Demek e gefên Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê zêde û tund bûne. Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî diyar kir, Tirkiyê du Lîwayên Bejahî, du Lîwayên zirîpoşan û Lîwayên Komando li ser dirêjahiya 60 K.M li ser sînor belav kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin