Tirkîyê hewl dide ku dersa kurdî ya li Japonyayê asteng bike!

Tirkîyê hewl dide ku dersa kurdî ya li Japonyayê asteng bike!

Dewleta Tirkîyeyê bo dersên zimanê kurdî yên li Zanîngeha Lêkolînên Bîyanîyan a Tokyoya paytexta Japonyayê pengavêk avêt.

A+A-

Hat ragihandin ku bo astengkirina dersên kurdî ya li Zanîngeha Lêkolînên Bîyanîyan a Tokyoyê ku di 1ê Avrêlê da destpê bûbû ketîye liv û tevgerê.

Peywirdarê Perwerdehîyê Vakkas Çolak ku bi 40 xwendekaran di 1ê Avrêlê da dest bi dersên zimanê kurdî kiribû ragihand ku ew bawer nake hikûmeta Japonyayê girîngîyê bide van hewlên Tirkîyeyê, lewre dersên kurdî bo akademîya Japonyayê jî girîng e.

Çolakî ragihand ku wî ji Konsûlxaneya Japonyayê bihîstîye ku hewlên bo astengkirina Tirkîyeyê heye û wisa pê de çû:

"Ji ber ku ev mijar, di bin mîsogerîya destûrê da ye û ji ber azadîya perwerdehîyê ti kes nikare destwerdanê bike. Ev yek li alîyekî, tê wateya destwerdana karûbarên hundirîn a Japonyayê jî. Îhtîmaleke mezin niha Wezareta Derve ya Japonyayê bersivê daye Wezareta Tirkîyeyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin