Tirkiye- Erdogan îstîfaya Wezîrê Gencîne û Aboriyê qebûl kir

Tirkiye- Erdogan îstîfaya Wezîrê Gencîne û Aboriyê qebûl kir

.

A+A-

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan daxwaznameya Wezîrê Gencîne û Aboriyê û di heman demê de zavayê xwe Berat Albayrak pesend kir.

Beriya bi demekê Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê biryara destjikarberdanê ya Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrak de daxuyaniyek da û aşkere kir ku ew daxwaza wî ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye qebûlkirin.

Duhê êvarê Wezîrê Gencîne û Aboriya Tirkiyê Berat Albayrak ku di heman demê de zavayê Serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan e, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Instagramê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de aşkere kir wî dev ji erka xwe berdaye.

Ev yek di demekê de ye qeyraneke aborî li Tirkiyê serî hildaye û nirxê lîreyê Tirkiyê beramber dolarê Amerîkî gelekî kêm bûye.

Destjikarberdana Berat Albayrak bûye rojev li seranserî Tirkiyê û opozîsyona Tirkiyê rexneyên mezin li desthilata Tirkiyê dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin