Tirkiyê di hefteyekê de 2391 koçber dersînor kirine

Tirkiyê di hefteyekê de 2391 koçber dersînor kirine

.

A+A-

Serokatiya Îdareya Koçê ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di rojên 13-19ê Çileya 2023ê de, du hezar û 391 koçber li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine dersînorkirin.

Her di dema wê hefteyê de hezar û 536 koçber ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin ku 484 ji wan Efxanî, 32 Pakistanî û hezar û 20 koçberên din xelkê welatên din bûne.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Îdareya Koçê, di nav hefteyekê de du hezar û 391 koçber hatine dersînor kirin ku 894 ji wan Efxanî, 128 Pakistanî û hezar û 369 koçber jî xelkê welatên din bûne.

Di rojên 1-19ê Çileya 2023ê de hejmara wan koçberên hatine dersînorkirin 5 hezar û 740 kes bûye, 2 hezar û 472 ji wan Efxanî, 246 Pakistanî û 3 hezar û 22 koçber jî xelkê welatên din bûne.

Serokatiya Îdareya Koçê dibêje, di çarçoveya wan tedbîrên li ser sînoran hatine wergirtin de, di wê hefteyê de rê li ber hatina 4 hezar û 668 koçberan hatiye girtin ku xwestine derbasî nav axa Tirkiyê bibin. Di rojên 1-19ê Çileya 2023ê de hejmara wan koçberên rê li ber wan hatiye girtin derbasî Tirkiyê bibin 12 hezar û 342 koçber in.

Herwiha hejmara wan koçberên ku heta niha li navendên dersînorkirinê mane, 19 hezar û 575 kes in. Ji vê hejmarê 4 hezar û 905 koçber Efxanî ne, 3 hezar û 720 Pakîstanî û 10 hezar û 950 koçberên din jî xelkê welatên din in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin