Tirkiye: Di êrişa YPGê de 2 leşkerên me hatin kuştin

Tirkiye: Di êrişa YPGê de 2 leşkerên me hatin kuştin

.

A+A-

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, du serbazên artêşa wî welatî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di encama êrişekê de hatine kuştin.

Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro li herêma Operasyona Çiqalê Zeytûnê anku herêma Efrînê, êrişî hêzên artêşa Tirkiyê kirine û di encama êrişê de 2 serbazên wan hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di pevçûnan de 3 şervanên YPGê jî hatine kuştin.

Li gor heman wezaretê, piştî êrişê artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina cih û pêgehên YPGê kiriye.

Derbarê mijarê de YPGê ti daxuyaniyek nedaye. Tirkiye gelek caran YPG bi encamdana êrişan li dijî hêzên xwe di nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tometbar dike, lê YPG piraniya caran ew îdiayên Tirkiyê red kirine.

Ajansa ANHA ya nêzîkî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve nahiyeya Şêrawa ya Efrînê û herêma Şehba li bakurê bajarê Helebê bi giranî topbaran dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihandiye, îro ji danê sibê ve li gundewarê rojavayê bajarê El Babê li rojhilatê Helebê, di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û hêzên Kurdî de şerekî dijwar destpê kiriye û herdu alî pêgehên hev borduman dikin.

Li gor heman çavkaniyê, balafirên bê pîlot ên Tirkiyê jî li esmanê herêmê geriyane. Rewangeha Sûrî herwiha diyar kir, têkildarî zirarên canî yên ji herdu aliyan ti aghiyeke piştrastkirî nehatiye bidestxistin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin