Tirkiyê derbarê Kavala de bersiva Amerîkayê da

Tirkiyê derbarê Kavala de bersiva Amerîkayê da

.

A+A-

Rêveberiya nû ya Amerîkayê hêdî hêdî helwesta xwe ya li hember deshilatdariya Tirkiyê nîşan dide ku beriya hevdîtina wezîrên derve yên Amerîka-Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî banga azadkirina Osman Kavala kir. Tê çaverêkirin demên pêş ev bagewazî ji bo siyasetmedarên girtî yên wekî Selahattîn Demirtaş ku Dadgeha Mafên Mirovan biryara berdana wan daye jî ev helwesta Amerîka ya rêveberiya Joe Biden berdewam bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di yekem daxuyaniya xwe ya bo Tirkiyê de, bi daxuyaniyeke nivîskî daxwaz ji Tirkiyê kir, rêzê li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bigire û karsaz Osman Kavalayê zêdetirî 3 sal in girtîye azad bike. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bersiva Amerîkayê da û got, ti welatek nikare fermanê bide dadgehên wan.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê de ragihand, tometên li Osman Kavala têne kirin û girtina wî û paşxistina dadgehkirina wî bi tayebtî bi ser hev xistina dosyeyên li dijî wî hatine amadekirin, dibin sedema astengiyan li pêşiya rêzgirtina serweriya yasa û demokrasiyê.

Price got, ew ji Tirkiyê dixwazin rêzê li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bigire û çareseriyeke zelal û dadperwerane ji vê rewşê re bibîne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî di daxuyaniya xwe de, bal kişandiye ser berdewama proseya dadgehkirina Osman Kavala û got, “Ti dewlet û kesek, nikare fermanê li ser proseyên dadgehên Tirkiyê bide.”

Hêjayî gotinê ye, dema kêşe Andrey Brunson du sal berê li Tirkiyê bi heman hincetên sîxurê û tohmetên FETOyê hatibû girtin, serokê wê demê yê Amerîkayê ji Serokomarê Tirkiyê xwestibû bilez wî berdin û piştî demekê jî bi dadgeheke sembolîk hatibû berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin