Tirkiyê bertek nîşanî rapora mafên mirovan a Amerîkayê da

Tirkiyê bertek nîşanî rapora mafên mirovan a Amerîkayê da

.

A+A-

 Wezareta Derve ya Tirkiyê bertek ji rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ku Tirkiye li ser binpêkirinên mafên mirovan bi tundî tê rexnekirin da.

Wezareta Derve ya Amerîkayê 30yê Adarê, rapora rewya mafên mirovan di sala 2020an de belav kiribû û di beşa derbarê Tirkiyê de, bal kişandibû ser fişara li ser opozîsyonê, girtina siyasetmedar û rojnamevanan û bi giştî binpêkirinên mafên mirovan û têkdana demokrasiyê li Tirkiyê hatibûn rêzkirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê berteka tund ji rapora mafên mirovan a Amerîkayê re nîşan da û hemû binpêkirinên di raporê de hatine rêzkirin wekî îdiayên bêbingeh û dûrî objektîfbûnê bi nav kir.

Di daxuyaniya Tirkiyê de, herwiha hatiye gotin ku îradeya wan a parastin û pêşvebirina mafên mirovan tam e û ew dê xebatên xwe bênavber berdewam bikin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin