Tirkiye: Amerîka wek hevpeymanekî piştgiriya YPGê dike

Tirkiye: Amerîka wek hevpeymanekî piştgiriya YPGê dike

.

A+A-

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar rexne li berdewamiya siyaseta Amerîkayê bo piştevaniya li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) digire û dibêje, tevî ku Tirkiye û Amerîka hevpeymanên hev in, lê belê Amerîka bi rihê hevpeymantiyê piştgiriya YPGê dike û çek û cebilxaneyê dide wê hêza Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê roja 27ê Îlona 2021ê bi rêya vîdyokonferansê ligel çendîn fernmandarên pilebilind ên wî welatî civiya û di civînê de mijarên ewlehî, berevanî û geşedanên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de, Hulusî Akar behsa rewşa dawî ya li Sûriyê û piştevaniya Amerîkayê bo YPGê kir û ji ber vê siyasetê rexneyên tund li Waşingtonê girt.

Akar amaje bi peywendiya di navbera PKKê û YPGê de kir û diyar kir, Bi awayek eşkere herkes jî dizane ku ti cudahiyek di navbera PKKê û YPGê de nîne, ev herdu jî rêxistinên terorî ne, YPG bi awayek eşkere PKK bixwe ye û derbarê vê yekê de gelek belge û dîmen hene.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dibêje, tevî ku belge hene YPG heman PKK bixwe ye, “lê em dîbînin ku hevpeymana me ya Amerîka hêj jî bi çek, cebilxane û kelûpelan piştgiriyê dide wan. Bi mixabinî ve em dibînin.”

Di beşeke din a axavtinên xwe de, Hulusî Akar destnîşan kir, Tirkiye bi berdewamî hewl dide, Amerîka dawî li piştgiriya xwe ya bo YPGê bîne û got, “Ji bo ku ev yek bi dawî bê em hewl didin. Em dê li Bakurê Iraqê û Sûriyê li ser têkoşîna xwe ya bi terorê û terorîstan ku gefê li ser welatê me û gelê me çêdikin berdewam bin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî vegera ji civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî, li Stenbolê behsa piştevaniya serbazî ya Amerîkayê bo hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kiribû û derbarê peywendiyên Tirkiyê li gel Amerîkayê de jî gotibû, li gel ti serokên Amerîkayê bi qasî serdema îdareya Biden, têkiliyên wan xirab nebûye.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê behsa êrîşên dawî yên Rûsya bo ser grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê jî kir û diyar kir, di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de rêkeftinek heye. Lê di van demên dawî de bi taybetî êrîşên asmanî zêde bûne û ew rewş ne li gor xalên wê rêkeftinê ye.

Hulusî Akar got, “Belê rêkeftina me ya ligel Rûsya heye di wê rêkeftinê de hinek xal hene û em hewl didin pabendî wan xalan bin û em pabendin. Di vî warî de çi hebe em hewl didin bikin û me kiriye. Lê di van demên dawî de hevalên me jî amaje bi wê dan ku bi taybetî êrîşên asmanî zêde bûne. Ev yek ne li gor xalên rêkeftina me ye û me her demekî ev yek gotiye.”

Ev daxuyaniya Akar di demekê de ye, ku biryar e roja Çarşemê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan serdana bajarê Soçî yê Rûsyayê bike û li gel Vladimir Putîn serokê wî welatî bicive.

Nûçe-Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin