Tirkiye- 187 kesên din bi Koronayê mirine

Tirkiye- 187 kesên din bi Koronayê mirine

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 187 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 14 hezar û 316 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên îro roja pêncşemê 03.12.2020an yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezarû 511 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 520 hezar û 167 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 4190 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 418 hezar û 331 kesan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin