Tirkiye- 153 kesên din bi Koronayê mirine

Tirkiye- 153 kesên din bi Koronayê mirine

.

A+A-

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 289 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 153 kes jî bi Koronyê mirine.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 165 hezar û 109 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 6 hezar û 289 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ta îro 153 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane. Herwiha 6 hezar û 113 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 412 hezar û 505 kesan û 24 hezar û 640 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 290 hezar û 32 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 28 milyon û 032 hezar û 559 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin