“Tirkên Uygurî bînin li bajarên Kurdan bicih bikin”

“Tirkên Uygurî bînin li bajarên Kurdan bicih bikin”

Parlamentera berê ya AK Partîyê, Prof. Dr. Pelin Gundeş Bakir daxwaz kir, ku Tirkên Uygur li navçe û parêzgehên sînorî yên Bakurê Kurdistanê bên bicihkirin. Ev pêşnîyara parlamentera berê ya AKPê rastî gelek bertekên nerazîbûnê hat.

A+A-

Prof. Dr. Pelin Gundeş Bakir… Di sala 2019an li dijî Sûrîyan li ser twittera xwe gotinên nîjadperestî kiribûn û li ser vê yekê ji Partîya xwe hatîbû îxraç kirin.

Bakir vê carê jî çav berda axa Kurdên Bakurê Kurdistanê.

Pelin Gundeş Bakir li ser twittera xwe ji bo hikûmeta Tirkîyê pêşnîyar kirîye,  “Tirkên Uygur ku ji alîyê hikûmeta Çînê ve di jêr zextê de ne”, li parêzgehên sînorî yên Bakurê Kurdistanê bên bicihkirin.

Pelin bi gotina, “Bila em mafê hemwelatîyê bidin Tirkên Uygur. Li parêzgehên sînorî yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat zewî bidin wan û wan li vir bicih bikin”, daxwaza xwe aşkere kirîye.

Ev pêşnîyara ji bo bicihkirina Tirkên Uygur li Bakurê Kurdistanê, piştî daxuyanîya Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu tê, ku roja 9ê Tebaxê li Beyrutê ragihandibû: “Ewên ku bêjin ez Tirk im, ez Tirkmen in, em dê welatîbûna Komara Tirkîyê bidin wan hevnejadên xwe. Ev fermana Serokomarê me ye ji bo me.”

Prof. Dr. Pelin Gundeş Bakir sala 2019an ji ber hin axaftinên xwe yên derbarê penaberên Sûrî de ji AK Partîyê hatibû derkirin û niha li Zanîngeha Teknîkî ya Istanbulê mamostetîyê dike.

Pelin Gundeş Bakir di 2019an de piştî bûyereke xwekujî ya 3 kesî li taxa Bakirkoya Stenbolê, li ser twittera xwe gotibû, “milletê me dimire, Sûrîyan  êdî ji stuyê Tirkan bînin xwarê, bila vegerin welatê xwe û mafê hemwelatîyê nedin ti kesek ji wan.”

Pêşnîyara parlamentera berê ya AK Partîyê rastî gelek bertekan hat. Yek ji van bertekan jî parlamenterê AK Partrîyê yê berê, Rustem Zeydan hat û wî li ser twittera xwe bersiv da wê.

Zeydan di bersivê de gotîye, li cihê ku Tirkên Uygur li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bêne bicihkirin, bila li warê te li Kayserîyê û li parêzgehên cîranên we bêne bicihkirin.

Rustem Zeydan dibêje: “Parlamenterê me yê hêja; ji bo dayîna welatînameyê bi Tirkên Uygur ez li gel we me. Lê li cihê ku li parêzgehên sînorî yên Rojhilat û Başûrê Rojhilat bên bicihkirin, eger li warê we li Kayserî û parêzgehên cîran ji bo wan zewî bên terxankirin, gelek baştir dibe.”

Zeydan amaje bi hebûna rêjeyeke zêde ya aware û penaberên Sûrî li navçeyên Bakurê Kurdistanê kirîye û gotîye, “ji ber ku li parêzgehên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê gelek Sûrî hene.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin